Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qampanya ya jêbirina entryên xwe ser tirşikê] de;

17. Ne kampanya ye. Şaşiyek e û xirabiyek e. xebînetê!
Kurmanc, ne weke tirkan e. Ew zehf in. Her roj di ekşiyê de belkî bîst hezar (20 000) peyam tên nivîsîn.. hew tên qelandin. Lê em kurd, yê ku jxwe re xêran dikin kêm in. Her roj 40 peyamên me tên nivîsîn. Ew luksa me nîne ku em tîpekê jî jêbibin. ji xwidê ve gunehê e

Gelek mijar bêxwedî û sêwî man.


Lê belkî îhtîmal hê jî hebê ku peyamên jêbirî werin vegerandin. rasteqîn û hevalên dî dikarin ji moderatorekî bixwazin. J'kerema xwe re, ji moderatorekî bipirsin!



13.01.2018 02:39 | gumgumok

12. Fikrekî wisaye kû ti xêr û bêr têde nîne û ji dil û kezebê xemgîn kirime.



Heke moderator sûcdar be çi gunehê tirşikê heye



Heke tirşikvan sûcdar be çi gunehê tirşikê heye



Heke pergal sûcdar be, dîse çi gunehê tirşikê heye



Heke format jî sûcdar be vêca dîse çi gunehê tirşikê heye



Hema bêje ji te pêve herkes û her tişt sûcdar e dîse û dîse û dîse çi gunehê tirşikê heye



Çi hebê jî divê ev qempanya nebe !!!

Tirşikvanek nikare wekî nivîskarekî ekşî'yê peyamên xwe jêbibe. Ûrê tirkan têr e. Pişta wan biqewet e. Ji bo tirkî bi hezaran mirov û sazî dixebitin. Dewlet di bin emrê tirkî de ye. Di dinyayê de xwedî rêz in. Law ma çî me heye em vê nîqaş û qampanyaya nebixêr dikin. Hêvî û pêşeroja gelekî li me çend xorta ye. Lê mixabin weke kal û bavan , kur û nevî û nevîçirk jî va dikin pev herin.

Heyf. Heyf û sed carî heyf.



03.04.2016 23:01 ~23:06 | gumgumok