Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mirî tira nakin] de;

4. Gotineke raste. Ji bo ku gel qebul kiriye û bikar tînin. Dema gel biwêjekê , gotinekê qebûl bike û bikar bînî îda wateya peyvan ne girîng e, wateya gotinê tevde girîngtir e. Mantiqa zimên bikaranîna gel e. Ferheng û rêziman li gorî bikaranîna gel tê nivîsîn , ne li gorî mantiq û zanistîyê. Mantiq jî, qaîde jî gel e . ( ji xeynî tirkmancî).



Berî niha nivîskarekî ji ber bêhna baranê peyama min reşşikand.

-Çima yadê?

-Bêhna baranê nîne. Ew bêna piştî baranê ye.

- çawa baran dest pê dike bêhn jî tê .



Çi ecêb e !! Em jî zanin kû bêhna ava bi xwe nîne. Hetta em zanin ku ew bêhn ne bêhna axê tenê jî. Ew bêhna sporên bakterîya aktînomicet'in. Gelo îda divê ku em vê gotinê biguherînin û bêjin bêhna aktînomicet .



Not: dibe ku li derna bêjin '' bêhna piştî barane'' . Lê ev nayê wê wateyê ku gotinên din xelet in.



17.04.2016 13:49 | gumgumok

1. Ji bo kesên tirsihayî û bizdihayî tê gotin. Mesela em bêjin yekî xirabîyek kir. Û te gef xwar ku heke careke din wilo bike tê wî bikujê û te ew tirsand. Îda ew kes tirsihaye û newêrê wê xirabiyê dûbare bike. Dema Hevalê te ji te bilirsê '' gelo ew kes wê xirabiya xwe dûbare bike? '' , tu karî bibêjê mirî tira nakin kekê. Netirse. Mîna ku ew kes mirîye tu karî jê ewle bibe.



15.04.2016 10:08 | gumgumok