Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nexweşîya graves] de;

1. Nexweşîyeke tîroîdê ye.

Pirtirîn sedema hîpertîroîdê ye. Di nav xwînê de oto-antîkor derketine û digerin. Ev oto-antîkor reseptorên tsh hişyar dikin û ev jî hormona tîroîdê zêdetir dike.



Çar komponentan dihewîne

1. tîrokoksîkoz

2. gûatr

3. oftalmopatî (eksolftalmî, xirabû çavan.

4. dermopatî weke pretîbîal odem.



Hinek Gazinên nexweşan evin : qehrokî ne, zû diqeherin, zehf xweh didin, betilî ne, mêşmirî ne, dilê wan pir xûrt bû ye, kîloyan didin, çavên wan xira dibin, vijikî dibin ....



Heke hun însanêkî çavbeq bibîn dibê ku ev nexeşî pê re hebe.



Heke ev tişt bi were hebin û di malbatê de nexweşekî wilo jî hebê, hey ji xwe hebin !



Di nav xwînê de t3'a azad û t4'a azad pirtir; asta tsh kêmtir dibe.



Di sîntîgrafîyê de îyota radyoaktî hemû tîroîd zemt kirîye (diffuse).





23.04.2016 23:19 | gumgumok