Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vîagra] de;

1. Navê dermanekîye ku Madeya sîldenafîl dihewîne.



Dermanekî vazodîlator e. Yanî damar pê fireh dibin. Wextê demar firehtir dibin zexta xwînê jî dikeve û barê dil sivikir dibe.



Sîldenafîl çawa dişuxilê :



Di dîwarê demaran de masûlke heye. Wextê madeyek bi navê no di nava şanikê de belav dibe cgmp , diguhere gmp. GMP jî demar fireh dikê. Di demekê kin de GMP ji alîyê pde5 ve tê hûrkirin. Dema GMP kêm bibe demar dîse teng dibe û xwîna ku tê demêr jî kêmtir dibe. Heke GMP kêmtir nebê demar jî teng nabê û xwîne ku tê demêr jî zêdetir dibe. Heke heta vir me fêhm kiribê mala xwidê ava. Vêca sîldenafîl, tê, li ser PDE5'ê dirûnihê û girêdidê, da GMP kêm nebê û vazodîlatîon yanî firehbûna demêr berdewam bike.



Di pulmoner hîpertansîyonê de demar bi vî dermanî fireh dibe û barê pişik û dil siviktir dibe.



vîyagra di meseleya mêrîtî - nemêrîtî de çawa dişuxilê?

Wekî li banî me gotî. Demarên kîr firêh dibe û xwîn zêdetir derbasî vî organî dibe. Ji bo çêtir werê fêhmkirin li rewşa balonê binêrin. Mîna ku hewa derbasî baloneke pûç bibe û piştre balona pûç werê pivdandin û mezintir bibe organê mêrîtî jî bi xwînê tê werimandin û hişk dibe.

Peyre hun jî zanin çi dibe




Hişyarî : mirovê ku dermanê hîpertansîyonê bikar têne divê vîagra bikar newêne. Naxwe weke cem yilmaz gotî '' Bahattin amca öldüğünde bile dimdik ayaktaydi.''

Ji bo ku Bahattin amca ketê hîpotansîyonê û mir lê hema ji ber vîagra bahattînê biçûk hişk û ser pîya ye.







(bnr: sildenafil)



30.04.2016 03:49 ~03:59 | gumgumok