Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [darikê dewletê] de;

1. Tê bîra min Biçûçikayî dema diya me pirax çêdikir, me qirșikik diqeșart, Qirșikê dî jî neqeșart û dikire nav piraxan de. Navê yê qeșartî (spî) Darikê dewletê, yê dî jî darikê xezebê an jî darikê fitnê.

Di șîvê de heke bêhemdî darikê dewletê di nav piraxê de dikete deve yekî de kêfa wî gelekî dihat. Me digot tu dewleta malê yî. Yanî tu xêr û bereketa me yî. Heke darikê xezebê derdiket me digot tu xezeba malê yî an jî tu fitneya malê yî.

Erê erê, ew rojên kevn...



02.02.2017 22:53 | gumgumok