Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [twilight] de;

1. J'bo xeweke paqij û parastina çavan ji roniya şîn Sepaneke bikêrhatî ye.

Xebatên zanistî diyar dikin dema mirovek, berî razanê do saetan ji telefona jîr an jî ji tabletê dixwîne, xewa wî/ê saetekê kêmtir dibe.

melanopsin reseptoreke di çavê te de ye û zehf hesasî roniya Şîn e (460-480nm). Roniya şîn çêkirina Melatonînê asteng dike. Melatonîn ji hormoneke ji bo tevgera razan-şiyarbûnê û nûkirina bedenê zehf girîng e.

Lêkolînên dawî diyar dikin ku berî razanê marûziyeta roniya şîn ya ku ji ekranên LCD belav dibe , rîtma xewê ya fitrî xerab dike û nahêlê mirov di xew ve herê.

Twilight, roniya ekrana cîhazê te li gorî tevgera rojê diguherîne. Çawa ku roj diçê ava , şewqa ekrana te ya şîn hêdî hêdî kêm dibe û çavên te tên parastin.



17.12.2017 02:05 | gumgumok