Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xatirxwestin] de;

8. Xwestineke dawî ye. Ya rastî xatirxwestin, Hinekî weke wasiyetê ye.
Berî veqetînê, mirovê li ser rê, daxwaziyeke talî dikê: xatir/ xatira/ hatira , hinekî qedr û qîmet dixwaze. Da ku bi dilekî xweş û paqij werin bîra hev.

Belê, hinekî weke wasiyetê ye. Piştî her xatirxwestinê, îhtîmala "bixêrhatina" mirinê heye. J'bo vê heqîqetê mirovekî xirab jî xatirxwestinê vala navegerîne û "oxira xêrê" ji rêwî re dixwaze, dilê wî xweş dike. Ya rastî xatirxwestin, hinekî weke "lev helalkirinê" ye.

Helbet, her rêwî , dixwaze bi hatirayeke xweş, bi dilekî paqij, bi hêviyeke pîroz dûr bikeve.

Û Wesselam...



06.01.2018 02:46 ~02:53 | gumgumok