Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wîkîferheng] de;

30. Destê ferhengvanan sax be.



Here lînkê





Di malperê de wisa nivîsandine :



Ev demek e çend zimanhezên kurd li ser ferhengek kurdî-kurdî-biyanî ya elektronîkî dixebitin. Niha hejmara rûpelên wê ji 453.965î derbas bûye. Ev ferheng, ku bi navê Wîkîferheng têt nasîn, projeyek navneteweyî û bi hemû zimanên dinyayê ye. Di ferhenga kurdî de her peyva kurdî bi kurdî têt ravekirin. Herwiha etîmolojî û peyvên têkildar û yên ji wê peyvê hatine çêkirin jî di heman pê re tên diyarkirin. Gelek ji rûpelên ferhengê bi wêne û nimûneyan hatine xemilandin daku têgihiştin hêsantir be.



Li dawiyê jî wergera peyva kurdî bi gelek zimanan têt dan.



Ferheng bi kurmancî ye lê tê de peyvên bi zaravayên din jî yên kurdî cih digirin. Alfabeya serekî ya ferhengê kurdiya latînî ye lê kurdiya bi alfabeya aramî anku erebî jî cih digire.



Tiştê herî balkêş ya vê ferhengê ew e ku xwendevan bi xwe dikarin peyvan lê zêde bikin. Lê birêveberên malperê nahêlin ku tiştên bêwate tê de cih bigirin, loma ferheng pak û bijûn dimîne.



Her roj bi dehan rûpelên nû li ferhengê zêde dibin.



29.03.2016 13:35 ~13:42 | gumgumok