Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kiekergaard

profîla "kiekergaard"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zagros] de;

8. zagros an çiyayên zagrosê, navê zîncîreçiyayê ku ji herêma wanê - colemêrgê dest pê dike û ber bi başûr ve diçe. di nav axa kurdistanê de derbas dibe. ji bakur ve di destpêk de, di navbera tixûbên tirkiye û îrana îroyîn de û piştre wek tixûb di navbera îran û îraqa îroyîn de dom dike. nêzîkî kendava îranê di nav axa Îranê de heta herêma hurmizê diçe. dirêjiya çiyayên zagrosê 1.500 km ye. di zîncîreya zagrosê de gelek çiya hene. di nav van çiyan de çiyayê bi navê zana û çiyayê bi navê zerd ên herî bilind in. çiyayê zana 5.098 m û yê zerd jî 4.548 metre bilind e. Ji zagrosê re çiyayê kurdistanê jî dibêjin. di ji ber ku piraniya zagrosê di nav axa kurdistanê de ne. ibn xeldûn di pirtûka xwe ya muqaddîme de ji zagrosê de wek çîyayên kurdîstanê behz dike.



zîncîreçiyayên zagrosê bi hezar salan in ku di navbera çandên herêm ên cuda cuda de wek tixûb hatine kişandin. di navbera gelên wek farisî, asûrî, ermenî, kurd û ereb dê.



07.05.2015 04:59 | kiekergaard