Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gulan

profîla "gulan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kamkaran] de;

2. http://www.radyoozgun.org/stran.asp?id=49&b=1

min danasîna wan ji vê malperê girt.

muzîka wan gelek bandor li ser min dike.

dema ku derketin ser dika nobelê kes nizane ku ez çiqas bextewar bûm.



06.09.2013 20:25 | gulan

1. Kamkaran, malbateke Kurd ku ji heft birayan û xwîşkekê pêk tê, yek ji muzîkvan û muzîkarên Îranê û Kurdistanê ne. Repertuwara wan ji muzîka Kurd ya dewlemed û rengareng bi awazên tûj û ji rîtmên muzîka Iranê ya kalsîk pêk tê. Repertuwara muzîka Kurd gelek cur e û di dîroka xwe ya kevin de ra û şaxên xwe berdane nav laşên mirovan.



Yekemîn konsêrta wan vedigere bo sala 1965 an li bajara Sine yê kû nemir Hesen Kamkar (bavikê wan) jî di vê konsêrtê da beşdar bû û bi xo violon dijenî. Kamkaran li sertaserê cîhanê konsêrt pêşkeş kirine; yek ji wan: sala 2003 an li merasim a pêşkeş kirina Xelata Nobel a aşitiyê bi Şîrîn Îbadî yê bû. Herwisa li piranîya festîvalên mezinên mûzîka dinyayê wekî WOMAD bi serperiştî ya Peter Gabriel û SummerStage a New York ê beşdar bûne û li gelek talarên Ewrûpa û Emrîka yê bi awayekî pir bi hêz bername îcra kirne û herdem rêz û aferîna sercem amadebûyan ji xwe re xelat kirnie.



Endamên Girûpê



* Hoşeng Kamkar - (serperişt û awazçêker)

* Bîjen Kamkar - (yekem dengbêj û jenyara def, dehol, rubab)

* Peşeng Kamkar - (jenyar a sentûr)

* Qeşeng Kamkar - (jenyar a sêtar)

* Erjeng Kamkar - (jenyar a tunbek)

* Erselan Kamkar - (jenyar a berbet, ûd û vîolon)

* Erdeşîr Kamkar - (jenyar a kemançe û qeyçek)

* Erdewan Kamkar - (jenyar a sentûr)



06.09.2013 20:23 | gulan