Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berxêres

profîla "berxêres"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çengala evînê] de;

1. teşbîhek pir xweş, ji helbesvanê mezin Melayê Cizîrî...



şox û şengê zuhre-rengê

dil ji min bir, dil ji min

awirên heybet-pilingê

dil ji min bir, dil ji min.



wê şepalê misk î xalê,

dêm-durê gerden şemalê,

cebheta biskan sema lê

dil ji min bir, dil ji min.



zulf û xalan nûn û dalan

wan ji min bir dil bitalan

goşeê qewsê hîlalan

dil ji min bir, dil ji min.



dêm nedirê bo ebîrê

xemrî yû gîs û herîrê

sîne kir amancê tîrê

dil ji min bir, dil ji min.



sur-şirînê nazenînê

kuştim û nakit yeqînê

wê bi çengala evînê

dil ji min bir, dil ji min.



fetl û taban da xuraban

ebleq û cuhtê şebaban

dame ber pence w kulaban

dil ji min bir, dil ji min.



xoş-xeramê, ez xulamê

nazikê şirîn-kelamê

tûtîya eywan meqamê

dil ji min bir, dil ji min.



14.07.2013 13:55 | berxêres