Tirşik - Profîl
tirşik-profîla giyanstêr

profîla "giyanstêr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ey pakrewan] de;

1. navê helbesteke rênas jiyan di pirtûka diêşiya de. helbesteke giyanê însên dike stêrk û li ezmanan dialiqîne ye.



ey pakrewan

ey mêr lawê mêran

ey ji jîyanê çav-têr lawê çav-têran

ancax yekî wek te bi îman

ancax yekî wek te ruhê wî têr stran

karîbû ji bo serbestîyê, bindestî bidaya ber şûran

wêran wêran wêran wêran..



ey pakrewan

ey birûsk qîza birûskan

ez ê hemû stêrkên li ezmanan

ji bo sedeqeya serê te belav bikim ji dêvla xêran

ez ê hemû çiyayên çîçilaskî

bi dora serê te bigerînim ji te re bikim qurban

şehît ketiye şêr qîza şêran

xwe bi ser meytê wê de avêtîye

stêrkan

ew xemilandiye ji dêvla zêrran

dêran dêran dêran dêran..



ey pakrewan

ey xwîn-şêrînê biqasî tehma dirrîreşkan

ey di şerran de cirrnexweşê biqasî kurîbeşkan

te çermê xwe rakişandiye ji dêvla meşkan

te xwîna xwe kil kiriye bi ser xistiye rûnê azadîyan



ey pakrewan

ey dîlan qîza dîlanan

ey baran lawê baranan

ez dizanim tu hespekî serberradayî

tu çemekî bêserî yî

ez dizanim tu Selaheddîn î ji pişta Eyûbî yî

tu Keyaksares î ji dola Medî yî

ez dizanim gava ku tu bêjî berxwedan

gava ku tu bêjî Kurdistan

li ber te nikarin xwe bigirin tu lawê bavan

dewran dewran dewran dewran...



rênas jiyan



08.10.2013 01:59 | giyanstêr