Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nûbûnên di tirşikê de] de;

47. êdî mirov dikare kul û derdên xwe jê bibe. di rûpela kul û derdan de (tirsik>yên din>kul û derd) mirov êdî li kêleka derdên xwe bişkojka "betal bike" dibîne. bi wê butonê jêbirina kul û derdên aîdî we, pêkan e. [li ser daxwaza biruya hayao miyazakî hat çêkirin]



15.05.2021 23:54 ~23:55 | simurg56

46. radyoya tirşikê/133306



11.05.2021 10:54 | simurg56

44. êdî hemû endamên tirşikê yên ku heta niha qet peyam nenivîsandine, çomez in.

loma hejmara tirşikvanan kêm bû û hejmara çomezan zêde bû:

vêga 421 çomez hene.



https://www.tirsik.net/istatistik/gisti.php



21.08.2014 16:51 | simurg56

43. di rûpela peyamên taybet de hejmara peyamên ku wê werin nîşandan bû 30. berê 10 bû, loma hejmara rûpelan zêde dibû dîtina peyamek kevin, zehmet dibû.



10.06.2014 21:32 | simurg56

42. li kêleka rastê ya malperê foksiyona lêgerîna di ferhengên turkcekurtcesozluk.comê hat zêdekirin. ez bawer im wê kêrî gelek tirşikvanan were.



07.05.2014 20:57 | simurg56

41. bişkojka danegeh, ku diçe rûpela xizmeta tirşik-danegehê, li jor hate zêdekirin.



01.05.2014 20:59 | simurg56

40. - êdî dema mirov li jor, di qutiya lêgerînê de tiştek binivîse, ne tenê mijarên ku bi 'wê' destpê dikin derdikevin. her wiha mijarên ku vê nivîsa me dihewînin jî, weke encam derdikevin.

weke mînak dema mirov "zanîngeh" binivîse; ne tenê zanîngeha dîcleyê, zanîngeha boxaziçiyê û hwd derdikeve, her wiha mijara di facebookê de bi ingîlîzî nivîsîna beşa zaningeha ku tê xwendin jî weke encam derdikeve.



18.04.2014 17:38 | simurg56

39. problema nekarîna derbasbûna rûpela duyemîn ya mijaran, hat çareserkirin. û çend problemên biçûk yên teknîkî hatin çareserkirin.



18.04.2014 00:28 | simurg56

38. ji ber daxwaza hinek nivîskarên jin; ji niha pê ve ger mirov wêneya profîlê hilnebijêre, avatara ku şûna wêneya profîlê otomatîk derdikeve, êdî ne sûreta zilamekê derdikeve. êdî sûreteke bêzayend derdikeve.

weke mînak: https://www.tirsik.net/a/amed



01.01.2014 11:04 | simurg56

37. mizgîniyên ku wê di nava heftiyek-deh rojan de, dîsa me kêfxweş bikin.



09.11.2013 21:34 | simurg56

31. îro tirşikê de hinek nûbûn û guherîn çêbûn, hinek ji wan li jêr hatine lîstekirin;



1- êdî nivîs stûr dikarin werin nivîsandin. mînak: ev nivîs stûr e.

2- êdî lînk dixebitin. mînak:



3- êdî mijara mayînde dikare hebin (li aliyê çepê li jora lîsteya mijaran her tim mayînde dimîne)

4- êdî reklam dikarin werin standin

5- êdî weşana zindî baştir dixebite. (di rûpela profîlê de, li beşa "rewş" tê dîtin)

6- êdî ji profîla nivîskarek, mirov dikare peyamên herî dawîn hatine çeppik kirin/reş kirin/an jî ecêb dîtin bibîne. her wiha hemû peyamên nivîskarek dikare ji vir were dîtin.

7- di aliyê rêvebirinê de gelek pêşketin çêbû û bi vî awayî rêvebirina tirşikê gelekî hêsantir bû.

8- lî jêra malperê lînka sitemap hate danîn. bi vî awayê wî malper di google de baştir xuya bibe.

9- lîsteya bikarhênerên girêdayî êdî baştir û biçûktir xuya dike.

10- êdî ji bo bikarhênerên tirşikê daxuyanî dikarin werin dayîn û ji hemû bikarhêneran re yek carê de peyam dikare were şandin.



ser xêrê be. wê nûbûn dewam bikin...



02.10.2013 12:56 | simurg56

30. bi destûra xwedê, roja 25-26ê mehê wê hinek din zêde bibin.



23.09.2013 21:35 | simurg56

28. berê li aliyê çepê, lîsteya mijaran de dema we li mijarekê ditikand ew mijar vedibû lê lîstejî vedigeriya destpêkê. ji ber vê yekê diviyabû hûn dîsa bi mişka xwe lîsteyê bînî jêr û mijara ku hê lê mabû, bibînin.



lê êdî dema mirov lîsteyê de pêl mijareke bike, mijar vedibe lê lîstejî cihê xwe de dimîne. ev baş bû.



30.08.2013 12:14 | simurg56

27. pirsgirêka 'nîşandana hemû peyamên nivîskarekê' bi rastî jî pisrgirêkek mezin e, pêşerrojê de wê were çareserkirin.



29.08.2013 12:13 | simurg56

25. li aliyê çepê, li jora lîsteya mijarên îro, êdî dîroka roja îro bi kurdî dinivîse.

weke "29 gelawêj 2013 pêncşem"



29.08.2013 11:31 | simurg56

24. qutiya nivîsandina peyaman (ya ku niha ez tê de dinivîsim) êdî dikare mezin bibe. li qunca aliyê rastê û jêr ger hûn quncikê bigirin û bikişînin hûn dikarin vê qutiê li gorî dilê xwe mezin bikin.

bi vî awayî nivîsandina peyamên dirêj hêsantir e.



29.08.2013 11:09 | simurg56

22. 1- li rûpela 'panela bikarhêner' fonksiyona 'tu çi difikirî?' hat zêdekirin. hûn diakrin weke twitterê rewşa xwe fikrên xwe li vir binivîsînin.nivîsên we wê di rûpela profîla we de bin logoya we de were nîşandan. û wê li beşa 'weşana zindî' de derkeve.



2- fonksiyona 'dîwar' êdî dixebite. mirov dikare li dîwarên hev du peyaman binivîse.



3- beşa 'derbarê de' êdî dixebite. yanî êdî nivîskarên me dikarin profîla xwe de agahiyên derbarê xwe de, tomar bikin. ev agahî yên weke strana hezkirî, pirtûka min dawîn xwendî û hwd. wê rûpela profîla nivîskar de, derkeve.



aliyê rêvebirinê de jî hinek nûbûn çêbûn ku karê me hêsantir dike. îşelleh wê hê gelek nûbûn çêbin, pêşerojê de.



28.08.2013 20:32 | simurg56

20. nûbûnên ku wê îro gelekî zêdetir bibin. li bendê bin... *



28.08.2013 15:26 | simurg56

19. netekim bû sedema çewtiyê û hat rakirin. îşeleh em ê rast bikin û dîsa vegerînin.



04.08.2013 23:34 | simurg56

18. nûbûnên ku heye ku bibe sedema xeletiyan û çewtiyan. ku tiştek wisa bibe, were ragihandin wê gelekî baş be.



04.08.2013 23:24 | simurg56

16. êdî radyoya tirşikê heye.

herî jora malperê êdî hûn lêdereke ûzîkê dibînin. dema hûn li bişkojka lêde bikin wê stranên kurdî yên bijartî lê bidin.



04.08.2013 23:16 | simurg56

11. nubûnên ku îro malpera tirşikê ji binî ve guhertiye û xweşiktir, leztir, saxlemtir û tirştir kiriye, ne.

ser xêrê be.

(sîstema nû de hinek problemên biçûk hene, em ê cî de van jî çareser bikin.)



03.08.2013 02:47 | simurg56

10. êdî dema mirov bikeve tirsik.net'ê, rûpela ku vedibe de li aliyê çepê lîsteya hemû mijarên heta niha hatine vekirin, derdikeve. yanî ne tenê mijarên îro derdikeve. pêşîn yên îro û dûre jî yên kevintir derdikevin. lê mirov dikare li bişkojka "îro" bike û dîsa tenê yên îro bibîne.

jixwe li kêleka navê mijaran nav parantezê de jî nîşan dide ka îro çend peyam ji bo vê mijarê hatine nivîsandin.



sedema vê guhertinê ew e ku her wext û her saetî li aliyê çepê mijar werin nîşandan û bikarhênerên nû yên ku malperê baş nas nakin, nemînin heyîrî ku ka wê çi li ku derê bibînin ku bixwînin.



23.07.2013 16:31 | simurg56

8. li jor bişkojka "hemû" hat zêdekirin.

dema mirov li vê bişkojkê bitike hemû mijarên ku heta niha hatine vekirin, tê lîstekirin.

mijar li gorî peyama wan ya dawîn tê rêzkirin.

bi vê bişkojkê hûn ê bizanin ku piştî ziyareta we ya dawîn çi qewimiye.



22.07.2013 14:31 | simurg56

6. pêşîn (bnr: tobe tobe)

nûbên tişkê yên pêşerojê de wê hebe îşelleh.



15.07.2013 00:13 | simurg56

3. mobîl versiyona tirşikê de êdî taybetiya "lêgerinê" bêproblem dixebite.



14.07.2013 23:56 | simurg56

2. qutiya lêgerînê bêyî ku tiştek binivîsin, pê li bîne bikin an jî pê li enterê bikin.



14.07.2013 23:02 | simurg56

1. nûbûnên ku çewtiyên tirşikê kêm dike û taybetiyên nû lê zêdedike ne.



1- menûya "peyamên min de" li dawiya rêzikan wêneyeke sembola chat'ê heye. êdî dema hûn pê li vir bikin axaftina navbera we û nivsikarê din de "şêweya chat'ê de" tê nîşandan.

2- êdî telefonên bêrikê bêpirsgirêk dikarin malpera normal jî, yanî tirsik.net'ê

3- dema hûn têkevin tirşikê, rûpela panelê vedibe, li vir li aliyê rastê nivîskarên girêdayî (online) derdikevin, êdî li kêleka navê nivîskaran nivîsa "kî ye?" derdikeve. ku hûn li vir bitikin hûn dikarin taybetiyên vî/vê nivîskarî bibîbin.



11.07.2013 13:14 | simurg56