Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rektum] de;

1. navê beşla dawîn ya roviyên stûr e ku dema destmêja mezin lê berhev dibe, dibe sedema pêdiviya çûna tuvaletê. yek ji wan cihan e ku kanserên kolonê herî zêde lê peyda dibe. (bnr: kanserên rektosîgmoîd)



li gorî cihê kansera rektumê, emeliyata wê jî diguhere. ger li jor be, bi derxistina tûmorê û ji nû ve bi heve girêdana roviyan, nexweş dikare tedawî bibe. (bnr: anterîor rezeksîyon)

lê ger gelek jêr be, wê demê heye ku ji bo bii-heve girêdana roviyan, li jêr rovî nemabe û loma nekare li heve werin girêdan. wê demê kolostomîtê vekirin û ev kolostomî mayînde ye. yanî heta dawiya emrê nexweş, dimîne. (bnr: abdomînoperîneal rezeksîyon)



di fîlma irréversiblede, navê barek bû ku mekana homoseksuelan bû *



09.05.2014 20:14 | simurg56