Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jagten] de;

1. fîlmeke danîmarkayê ye ku sala 2012an de hatiye kişandin. ji aliyê imdbyê ve 8.2 pûan standiye.

mijara fîlmê îstîsmara zarokan e ku mijareke girîng e. lê fîlm hewl dide ku ji aliyê kesê ku bi îstîsmarê tê tewanbarkirin ve, bûyerê binêre.

ji aliyê sînematografiyê ne xerab e, her çiqas mijara wê ne ewqas -ji bo min- balkêş be û tê de hema bêje bi tu awayî aksiyon tune be jî, ez bixwe zêde bêhnteng nebûm.

fîlm bi qasê 2 saetan didome. ji bo fîlmekî wisa ne kêm ne zêde ye.

pûana min jê re ji ser 10 pûanan 7 e.



-----spoiler---



fîlmê de zilameke ku ji zarokan hez dike, bi îdîaya îstîsmarkirina cinsî ya zarokan tê tawanbarkirin. lê eslê xwe de tiştekî wisa tune û hemû derewên keçikek biçûk e ku keçika biçûk ji zilam hez dike û dixwaze wî ji lêvan maç bike lê zilam nahêle.

çawa ku gotina keçikê tê bihîstin, serî de hevalê wî yê herî nêz, hemû kes pişta xwe lê dizivirin heta şîdetê lê dikin. ya rastî berteka civakê ya ji bo kesekî wisa gelekî baş e. xwezî kurdên me jî bikariya xayînên xwe wisa îzole bikirana.

di vir de mirov jixwe vê dipirse, erê berteka civakê rast e lê ger yê ku tê tawanbarkirin ne sûcdar be? dema ku mirov vê îhtîmalê difikire û mînaka fîlmê de jî dibîne, mirov ji dil diheje.

lê dîsa jî ji bo gelekî weke me kurdan bi hezaran "înfaza bêdadkirin" dîtiye, ewqas jî bandorker e.



-----spoiler---



11.07.2013 13:42 | simurg56