Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [la cara oculta] de;

1. fîlmeke îspanyolan e. cûreya wê drama, tirs e.

wateya navê wê "çavê veşartî" ye.

sala 2011'an de ketiye vîzyonê. fîlmê ji imdbyê 7.1 pûan standiye.

pûanê min xwe ji bo fîlmê ji ser 10 pûanan 6 e, ji ber ku her çiqas mijara fîlmê resen be jî lîstikvaniya lîstikvanan ne baş e û senaryo baş nehatiye amadekirin.



fîlmê de karaktera fabiana jixwe ne weke lîstikvanekê ye. min qet jê hez nekir. yên din jî xerab in lê kes ne bi qasê vê xerab e.



fîlmê de diyalogên karakteran gelekî bêrih e, ji ber wê jî min bixwe nekarî bi tu karakterî te empatî çêkim an jî sempatî hîs bikim.

axaftin û tevgerên lehengan loma ziwa ye.



(ji aliyê din ve ji ber dîmenên mûstehcen, ne li gor temaşekirina malbatî ye)



----spoiler----

derbarê tune.

----spoiler----



11.07.2013 16:47 | simurg56