Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotinên gunehkar] de;

1. pirtûka hesenê metê yê bi navê Gotinên Gunehkar şeşemîn pirtûka nivîskar e. Pirtûk giştî li ser jiyana xwendekarekî beşa îlahiyatê hatiye rûniştandin. Xwendevanê lehengê pirtûkê bi çûna warekî pîrozwer, rastî tiştên gelekî seyr tê.



"li gel ku ez Wî înkar dikim, Ew bi min dizane û ez bi Wî dizanim.." [muhiyeddîn îbn erebî]

(Ji destpêka pirtûkê)



Di vê serpêhatiya xwe de xwendevanê bi navê behram, evînê nas dike û dide pê. Di pêvajoya van serpêhatiyan de Behram rastî çîroka qirkirina Ermenan jî tê. Bûyerên ku diqewimin hêdî hêdî Behram û baweriyên wî dibin cihekî cuda. Her ku diçe, êdî bûyer dikevin riyekî sersuriştî. Di dawiya pirtûkê de him xwendevan him jî Behram dikeve nav aloziyekî; aloziya ku ka kî xweda ye û kî şeytan e? An jî cudahiya wan çi ye? Bûyerên pirtûkê li van pirsan vedikole.



weke hemû pirtûkên hesenê metê eseh hêjayî xwendinê ye.



Cure: Roman

Çapa Yekem:2007, Stenbol

Weşanxane: Weşanên Avesta

Rûpel: 151 rûpel



13.07.2013 12:59 | simurg56