Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [muhsin kızılkaya] de;

60. not ji bo zarokên muhsin kizilkaya ku belkî di pêşerojê de vê derê bixwînin;
mîna mehmet galip ensarioğlu wî jî bersiv nedaye rêvebirên imc tv'yê ku piştî girtina televîzyonê, xwestine pê re hevdîtinê bikin. jixwe ger tiştek erênî bikira em şaşwaz bûna.



17.10.2016 20:54 ~20:57 | simurg56

57. bi gotina xwe ya dawîn, ez gelek kêfxweş kirim. gotinek ewqas ehmeqane ye ku li tirkiyê wê kes maf nedê. jixwe me kurdan fêhm kir çi mirovek bêesl e, niha di nav tirkan de jî navdar bû.
piştî ku bertek ji van gotinên wî re hatin, ji tirsa qutbûna mehaneya xwe, gotinên wisa gotiye ku tu wê bêjî qey ne muhsin kizilkaya ye lê muhsin yazicioglu ye. erê welleh; gotiye artêşa me ya qehreman, şehîdên me falan fîlan...



12.10.2016 19:45 | simurg56


48. (bnr: pehîna akpê ya li qûna muhsin kizilkaya)

ahaaha, wekîlokê akpê ku wekiliya wî tenê çend mehan dewam kir.

di lîsteya namzetên wekîlîtiyê ya akpê ya ji bo hilbijartinên kanûna 2015an de, cî negirtiye. yanî encama hilbijartinan çi be bila bibe, wê wekilîtiya wî xelas bibe. yanî wê bi qaê 4-5 mehan weke wekîl bimîne.



ji ber ku 2 salên xwe temam nekiriye, wê nekare meaşê teqawitiya wekîliyê jî bistîne.



piştî aşkerekirina lîsteyan, hesaba xwe ya twitterê jî girtiye.

aqîbet li serê mehmet metiner û orhan miroglu jî.



19.09.2015 15:32 | simurg56

43. bêgiyan e. ji ber ku bi îman, kurdatî û mirovahiya xwe re, giyana xwe jî firotiye bi buhayê meaşa wekiliya akpê.

duh li ser cnn turkê, ji bo 20.07.2015 teqîna sûrûcê digot divê mirov lê binêre ka kîjan partî bi vê bûyerê tiştan bi dest dixe û xêrê jê dibîne. ev bûyer dengên kê zêde bike, divê mirov sûcdaran li cem wan bigere.

yanî mêrik bi qasê 1-2 saet piştî bûyerê,berî ku sersaxiya welatiyên xwe bixwaze, berî ku bihêle êşên mirovan sar bibin, heta berî ku mirov bizanin ka di nav miriyên de zarokên wan hebûn an na; erdogan ferman daye davutoglu, ewî jî ferman daye karmendek xwe û wî jî tayên muhsin kizilkaya sist kiriye û ku berî ku raya giştî rexneyan li akpê bike, bike rew rew û êrîşê partiya kurdan bike.



(bnr: devşîrme)



21.07.2015 13:41 ~13:44 | simurg56

39. wekîlê akpê yê mêrsînê ye ku derket holê di sala 2002an de jina xwe daye ber kêran. jina wî 5 roj rapor standiye. lê paşê giliyê xwe vekişandiye û gotiye "min xwe bixwe da ber kêran". ji ber vê yekê kizilkaya ceza nestandiye.

Here lînkê



28.06.2015 00:57 | simurg56

38. piştî bûyera 10.05.2015 teqînên li avahiyên hdpê yê mêrsînê û edeneyê, gotiye min telefonê ki mudirê polîsên mêrsînê û got bla bla bla....

yanî êdî ew jî bûye xwediyê dewletê. niha xwe çiqas mezin hîs dike, baş fêhm dikim.

îşelleh dema akpê di vê hilbijartinê de nekarî bibe hikumet û muhsin efendî hew dît ku wekîleke partiya muxalîf e, em ê dîsa xwedemeziniya wî bibînin.

(bnr: lê nehatin)



19.05.2015 11:43 | simurg56

29. xwedênehiştiyek e. xwezî ez li mêrsînê bûma û dema rastî min hat min tifek li rûyê wî bikira.

jixwe karê wî ew bû ku pirtûkên kurdî wergerîne tirkî yanî nirxên kurdan li tirkî zêde bike. yanî pirtûkên kurdî sabote bike.

ji bo karên wisa jî cihê herî baş akp ye bêguman.



07.04.2015 20:15 | simurg56

27. ger mêr bûya, wê bihata ji kurdistanê bibûya namzet.

ji ber ku kurd jê hez nakin, nikare ji bajarên kurdan bibe namzet.

ji ber ku tirk jê hez nakin, nikare ji bajarên tirkan jî bibe namzet.



tenê dikare ji bajareke mîna stenbolê bibe namzet ku jixwe kes namzetê xwe yê wekîliyê nas nake, ji ber ku hejmara wan bi dehan nin.



loma ger bibe wekîl jî wê ya wî nebe hilbijartin, wê bibe pîşandin/tayînkirin



23.02.2015 20:12 | simurg56

20. akpîstê herî dijwar e. berî çend xulekan li ser tevîzyona 360ê, di bernameyakesin bilgi, yayalımê dederbarê hilbijartina serokomariyê de diyar kir ku divê akp, ji bo lihevkirina bi partiyên din re, hewldanê neke û li lihevkirinê negere. ji ber ku bi ya wî divê tevger têkoşer be ne lihevker be. divê şoreşger û têkoşer be lê demokratîk be û fîlan û bêvan...



xwediyê van gotinan e lê ji aliyê din ve jî ocalan rexne dike.

weke navê xwe zanim ku ger ev zilam bibe serokê tiştekê, wê %5ê ocalan jî ne demokrat be.



03.04.2014 21:23 | simurg56