Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [perîtonît] de;

1. edab girtina perîtonê ye. lê eslê xwe de ji bo tabloya perîtonîtê edab û enfeksiyon jî ne pêwist e.

ji ber ku ji ber sedemên kîmyewî jî perîtonît pêk tê. (bnr: perîtonîta kîmyewî)



nexweşiyên ku dibin sedema perîtonîtê, zikêşek mezin derdixin holê.

carina sedema wê nexweşiyên weke akut apandîsît, akut kolesîstît, perforasyon û hwd. ne.

lê carina jî sedem tenê enfekte bûna assîta di zikê mirov de ye.

ger sedem yek ji nexweşiyên ewil be, divê were emeliyatkirin. lê ger ya duyemîn be bi antîbiyotîkan dikare were dermankirin.



28.05.2014 21:37 | simurg56