Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [300: rise of an empire] de;

1. berdewama fîlma 300 e. îsal derketiye. lê vê carê derhêner ne zack snyder e, lê noam murro e. lê weke fîlma din, senarîst dîsa Zack Snyder û çend kesên din in.



weke fîlma din ev fîlm jî li ser fikra azadbûn û demoratîkbûna atîna/yewnanan û paşdemayîbûn û monarşiya îranî/persiyan e. ger em çavê xwe ji bo van peyamên siyasî û vir û derew berdin, fîlm ne xerab e, yanî mirov dikare bêyî bêhnteng bibe temaşe bike.

li gorî min, senaryoya vê fîlmê ji ya 300ê xweştir bû. tê de zêdetir karakter û hûnandina karakteran hebû. weke fîlma 300ê, di fîlmê de jî oenomausê me, doctoreyê me yê ji rêzefîlma spartacus hebû. em pê kêfxweş bûn.



jixwe ne hewce ye bibêjim ku dîsa di fîlmê de mirov mîna bacana dihatin jêkirin û parçekirin û xwîn jî mîna ava bacanan diherikiya.

pûana min jê re 83 ye.

[ji yên ku meraq dikin re dibêjim; erê tê de erotîzm jî heye dîsa]



12.06.2014 18:56 | simurg56