Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ekg] de;

1. kurteya elektrokardiyografîyê ye. testek gelek hêsan e. 6 elektrot li ser singê mirov tê bicîhkirin paşê 3 elektrot jî li her du zendên mirov û li lingê çepê ve tê kirin û paşê cîhaza elektrokardiyografiyê dixeite û li gorî kutana dilê mirov, li ser kaxizek xêzikan xêz dike.



bi saya vê testa biçûk, hêsan û erzan, gelek nexweşiyên dil dikarin werin tespîtkirin.

weke mînak;

- arîtmiyên dil

- krîza dil (dilkutik)

- têrênebûna dil

- blokên dil

- û hwd.



di xêzikên ku ekg xêz dike de, ji xeynî xêzika rast sê şikl û pêlên taybet hene ku nirxandina ekgyê li gorî guherîna wan tê kirin;

- (bnr: pêla p)

- (bnr: pêla qrs)

- (bnr: pêla t)



herçiqas testek hêsan be jî nirxandina wê yanî fêhmkirina wê ne ewqas hêsan e. û tiştek nankor e. mirov çiqas hîn bibe jî, piştî demekê, gelek tiştan dîsa ji bîr dike.



12.06.2014 20:12 | simurg56