Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [azerî] de;

17. gelê ku îsal nêrîna min ya li dijî wan hinekî guherî. bi hevalek ku azerî ye, hinek samîmî bûm. min dît ku gelek ji wan ji tirkan hez nakin heta beşek ji wan nefretê ji wan dikin.
weke mînak malbata wê, li wê qedexe kiribû ku bi yekî tirk re bizewice.
û gelek caran ji min re got ku kurd, ji tirkan gelek gelek zêdetir dişibin azerîyan.
li gorî wê azerî her tim tirkan weke gelê dost dibînin lê tirk wan biçûk dibînin û hezkirina wan tenê wê demê ye ku azerî îtaatê li wan bikin û mîna birayê biçûk tev bigerin fîlan.



01.02.2017 21:33 ~21:34 | simurg56

2. gelê ku zêde ji tirkan hez nakin.

ev jî tirşika wan e: soz6.com

ji peyamên li wir jî, mirov dibîne ka çiqas ji tirkan aciz in.



14.06.2014 10:37 | simurg56