Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [memê bê zîn] de;

5. mixabin pirtûk bi qasî hêviyên min bas derneket. mîn pîranîya wê xwend, ger bikarim ez ê biqedînim.

bi ya min navê pirtûkê "memê li dû memikan" bûya çêtir bû. ji ber ku piraniya çîrokan tenê serpêhatiyên jin-nedîtî û doxînsistiyan e.



çend çîrokên pêşîn yên di pirtûkê de zêde surrealîst in. watedariya van çîrokan mijara gûgtûgoyekê ye. lê çîrokên pistî van çîrokan ji wan xerabtir in. ji ber ku ev çîrok jî vê carê zêde zêde realîst in. heta ew qas zêde realîst in ku ger hûn vê deqeyê derkevin ber deriyê xwe û kê bixwazî wê ji were çîrokek ji van çîrokan resentir û edebîtir vebêje. ev çîrok, mixabin tenê bîranîn ji rêzê yên nivîskar in û tu qîmeta wan ya wêjeyî tune. encax dihêjin ku mirov di bloga xwe de fîlan biwesîne.



min berî gelek salan pirtûka sobartoya helîm yûsiv xwendibû û her çiqas niha neyê bîra min jî, tê bîra min ku min jê hez kiribû. lê mixabin vê pirtûkê hêviyên min vala derxistin.



weke mînak ez çend nimûneyan bidim (heye ku spoiler bihewîne)

çîroka "hezkirinek teknolojîk": mîna bîranîna ciwanek lîseyî ye. zilamê me çûye xeribiyê û di trênê de rastî keçek xweşik hatiye, weke hemû kurdên nedîtî dilê xwe dayê û ji dûr ve cî de bûye evîndar û heyran û qurbana wê. wisa fêhm kiriye ku keçik jî li wî dikene. lê paşê tê derdixe ku di nava lingên keçikê de telefona wê veşartî ye û keçik bi hezkiriya xwe re peyaman dide û distîne û loma wisa bêwate dikene û hwd. ji bo xwedê ku dera vê evînê teknolojîk e ku mirov navek wisa ecêb li çîrokekê bike? tê bêjî qey bûyer li marsê qewimiye û hezkiriyan bi dîmenên xwe yên hologramîk bi hev şa bûne...



çîroka "şoresên oda piçûçik"

serpêhatiya xwendekareke zanîngehê ye ku hevalên wî, bi hinceta civînê wî xapandine û ji bo çend saetan odeya wî jê standine û rastiyê de li wir bi hezkiriyên xwe re keyfê kirine. mesele komple ev e. çîrok qediya.



çîroka "çavên bavê min";

meseleya bavek doxînsist e ku bi hinceta kêm dîtina çavên xwe diçe bajêr ku jinên xwesik bibîne. tê de ne zimanek edebî heye ne jî bûyerek bandorker. tenê meseleyek hêja civatên qehweyan e...



çîroka "sênika sincirî"

dîsa çîroka xwendekarek e ku hatiye sala xwe ya dawîn ya zanîngehê lê hê jî nekariye ji xwe re partnerek bibîne û loma "sincirî" ye. çîrokek ji rêzê û ne hêjayî xwendinê...



çîroka "xewna mihemedê hunermend"

dîsa û dîsa çîroka xwendekarek e ku ji xwe re li memikan digere... tê vir diçe wir nikare keçikek bibîne, lê dema dikeve karekê û pere dikeve bêrikên wî, jin xwe nêzikî wî dikin û şîreta vê yekê dike "jin qîmet nadin tu tiştî, ji xeynî pereyan"





bi ya min evqas mînak bes in. dema mirov van çîrokan dixwîne dikeve wê şikê ku gelo bi xeletî roj-nivîska doxîna xwendekarek zankoyê dixwîne an na, mirov pirtûkê dizivirîne û lê dinêre lê dibîne na tu xeletî tune, pirtûk rast e.





her wiha di pirtûkê de gelek xeletiyên redaksiyonê hene. ez behsa van nakim lê di hevoksaziya nivîskar de jî car caran problem hene ku herk û tama xwendinê xera dike. weke mînak, mînakek ji rûpela 9emîn; "dilê wî di nav tiliyên kalekî mirî yên hişkbûyî de dihate guvaştin"

bi ya min hevok wisa bûya wê gelekî hêsantir bihata fêhmkirin: "dilê wî di nav tiliyên hişkbûyî ya kalekî de dihate guvaştin"





dizanim min pirtûkê gelek tund rexne kir lê fikra min ev e. ger ev gotinên min rast bin, tê wê wateyê ku ji bo wêjeya kurdî, tişta herî pêwist rexne ye. ji ber ku em bi van pirtûkan behsa hebûna wêjeya kurdî dikin û pesnê wê didin.



02.08.2014 20:26 | simurg56