Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [merasîma mezûniyetê ya alternatîf ya zaningeha dîcleyê fakûlteya tibê] de;

5. merasîmek ecêb e. îsal ez jî beşdar bûm. nêzikî %60ê xwendekarên dibistanê tevlî merasîma fermî nabin û tên vê merasîmê û dîplomeyên xwe yên temsîlî distînin. çend xoceyên zanîngehê jî beşdar dibin.

îsal weke din fırat anlı û di wekîlên hdpê jî beşdar bûbûn. weke hunermend jî mehmet atlı û comerd hatibû.



di bernameya merasîmê de sînevîzyona doktorên şehîd hebû ku gelek bandorker bû. her wiha gelek behsa şehîd yusuf eren kirin ku xwendekarê tibê ya dîcleyê bû û li kobanê şehîd ket.

her wiha esra yakara ku dîsa xwendekarê tibê bû û li kobanê birîndar bibû, axaftinek kir. ger neçûya kobanê, niha ew jî mezûn bûbû. çavê wê hê jî girtî bû, xwedê bike sax bibe.



welhasil bernameyek têr û tije xweş bû. sonda bijişkîyê bi sê zimanan (kurmancî, dimilî û tirkî) hat xwendin. min ê wergera wan ya zaravayên kurmancî bistanda lê min ji bîr kir.



16.06.2015 21:38 | simurg56