Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ultrason] de;

1. ji peyva ultrasound hatiye. (Ultra-sound yanî dengê gelek bilind)

frekansa van dengan ewqas bilind e ku guhê mirovan nikare bibihîse.

ji 20.000 hertz'an zêdetir e û frekansa wê jî di navbera 2-15 mhz'yan de ye.



cîhaz bi saya olandanê dixebite. yanî bi pîvandina olandana dengên ku ji cîhazê derdikevin û paşê ji raçînkên laşê mirov vedigerin, encamek dide.

çêkirina wê gelekî hêsan e, jixwe mirov tiştek nake lê nirxandina wê zehmet e. herkes bi qasê zanîna xwe jê sûdê werdigire.

di destên kesên zane û bitecrûbe de dikare gelek agahiyên berfireh û qîmet bide.



dema cîhaz bandora dopplerê bi kar bîne wê demê dibe doppler an jî doppler ultrason û tiştên ku dikare tespît bike zêdetir dibe. (pîvandina taybetiya herka xwînê û hwd.)



28.06.2014 10:35 | simurg56