Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nodên lenfê] de;

1. organokên biçûk yên sîstema lenfê ne ku gelek cûreyên hucreyên vê sîstemê dihewînin. sîstema lenfatîkan, beşa avî ya xwînê ku li di nava raçînka de belav bûye berhev dike û vedigerîne dil. di nav gel de weke xwîna spî tê zanîn. lê ji vê yekê jî girîngtir ew e ku di sîstema immunolojiyê de jî cihe gelek girîng digire.

vêca ev nod an jî girêyên vê sîstemê jî, em dikarin bibêjin ku îstasyonên vê sîstemê ne.

di nexweşiyên îltîhabî û weke mînak kanseran de diwerimin û mezin dibin û tê lêderxistin. piranî di binçengan de û navranan de tên ber destê mirov.

di kanseran de, girtina van nodan yanî belavbûna nexweşiyê ya li van nodan ji bo pêşeroja nexweşiyê gelek fikir dide.



02.07.2014 22:43 | simurg56