Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [efxanistan] de;

1. welateke asyaya navîn e. piştî peymanaxeta durandê êdî sînora wê bi tu behran re tune.

li aliyê rojhilat û başûr ve cîranê pakîstanê, li rojavayê cîranê îranê, li bakur cîranê turkmenîstanê û tacîkîsanê û li aliyê rojhilatê hinek be jî cîranî îranê ye.

piraniya afganan ji peştunan pêk tê.

welatek wisa ye ku di dîroka xwe de hema bêje rastî mêtîngerî û dagirkirina hemû hêzên hov hatiye;

- 500 b.z hêzên îranî

- 329 b.z îskenderê mezin

- 400 b.z dewleta hûn

- 1219 dagirkirina mogolan

- 1921 şerê îngîlîz û afganan

- 1979 dagirkirina rusyayê (yekitiya dewletên sosyalîst yên sovyetê)

- 1996-2001 serdema talîban

- 2001 dagirkirina amerîkayê



yanî ne amerîka û ne rûs ne tirk û n îranî û ne mogol nemane ku êrîş nebirina ser efxanîstanê û vî welatî wêran nekirine.

ji ber vê yekê ye ku îro efxanistan ku xwediyê çavkaniyên mezin yên binerd û sererd in, di dinyayê de ji 2-3 dewletên herî xîzan û paşdemayî ye.



05.07.2014 10:08 | simurg56