Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mamoste] de;

22. nivîskarê ku êdî bi navê xwe yê nû dinivîse. (bnr: seydayê_peyvan)



17.01.2015 19:06 | simurg56

19. tirşikvanê ku pisporê tirşikê ye.

ji profîla wî:

"çêkirina savara rijî û her cureyê tirşikê. govenda li ber bayê tolikê. ger û geşta li gund û bajarên kurdîstanê. xWENDin Û NiVÎS"



01.08.2014 01:47 | simurg56

18. karîkatûrîstek kurd e.

haya min jî îro jê çêbû. pirtûkek wî ya karîkatûran li tirşik-danegehê hat barkirin; https://www.tirsik.net/danegeh/pirtuk/mamoste/



min 95 karîkatûrên wî jî ji pirtûkê derxistin û li tirşik capsê bar kirin; https://www.tirsik.net/caps/index.php?/tags/77-mamoste



di rûpela dawîn ya pirtûka wî de ev agahî hene di derbarê wî de;

"Di sala 1954'an de li Bismilê hatiye dinê. Piştî qedandina Dibistana Mamostatiyê, li gelek herêmên Kurdistana bakur mamostatî kiriye. Di wê demê de jiyana

gelê xwe bi qelema xwe ya hunerbala, bi xêz û xetên xwe raxistiye ber çavan. Di pey 12'ê îlonê re derketiye derveyî welêt. Ji 1985'an, heta1986'an bi

navê "Îsot" kovareke karîkaturan li Swêdê çap kiriye (9 hejmar). Di piraniya kovar û rojnameyên Kurdî û di hinek kovar û rojnameyên Elmanî û Swêdî de karîkaturên wî çap bûne.

Berhemê wî yê pêşî di 1984'an de bi navê "dengê xêzikan" li Swêdê çap bûye, "mêr mêra nasdike" pirtûka wî ya duyemîn e."



ev jî wêneya wî bi xwe ye; https://www.tirsik.net/caps/picture.php?/566/category/4



06.07.2014 00:24 | simurg56