Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bisteh] de;

1. yek ji peyvên min yên favorî ye. ji bo "jixwebaweriyê" ji bo "xwe di ewlehiyê de hîskirinê" tê gotin.



li vir ji bo bawerî pê aninê, xwe di ewlehiyê de hîskirinê, hatiye bikaranîn;

- ev keça te çima wilo bêdeng e?

- we nas nake, loma. dema li we bisteh bû, tu wê êdî nekarî bigirî.





li vir jî ji bo jixwebawerî û wêrekiyê hatiye bikaranîn;

- bavê ez nikarim ji vir pê ve bikevim behrê!

- kurê min de were ba me, bisteh be lo hema xwe berde ser pişta xwe were..



dema mirovek/zarokek (heçko zarok jî ne mirov in) bikevin civatek nû, pêşîn şerm dikin ku biaxivin û henekan bikin. lê piştî ku mirov li atmosferê germ dibe, yanî bisteh dibe, êdî dikeve nava civatê û sar namîne.



07.07.2014 18:46 | simurg56