Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fîbroadenom] de;

1. tûmora herî berbilav ya çiçikan e. tumor e, lê divê mirov jê zêde netirse, ji ber ku ne kanser in, tumorên cirxweş in.



di mûayaneya xwebixwe de dikare were lêderxistin. dibin sedema werimînê û êşê. ji ber ku carina dikarin bi kanserek rastîn re jî tevlîhev bibin, dikarin bi emeliyatek biçûk werin derxistin. ger neyên derxistin jî divê ji nêzik ve werin şopandin. ger mezin bibin, hişk bibin, şiklê çiçikê biguherînin fîlan divê ji nû ve werin kontrolkirin.

tê bawerkirin ku ji ber bandora hormona ostrojenê, peyda dibin. belkî jî ji ber vê yekê ye ku piştî menopozê wenda dibin.

bi dermana ormeloxifene, hinek ji wan heye ku werin tedawîkirin lê ev tedawî zêde nayê bikaranîn ji ber ku ne hewce ye. ji ber ku ger ev lezyon weke tiştek bi talûke xuya bike divê were derxistin lê ger ne wisa be jixwe wê di pêşerojê de xwe bixwe wenda bibe.



09.07.2014 19:01 ~2016.08.06 22:52 | simurg56