Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [koter] de;

1. cîhazek elektrîkî ye. hema bêje di hemû emeliyatan de tê bikaranîn. ji bo jêkirina raçînkan tê bikaranîn. hema bêje %95 cihê neşterê/kêrê/bîsturiyê girtiye. (hinek cihan de wê tu caran nekare cihê wê bigire) li gorî neşterê avantaja wê ya herî mezin ew e ku him jê dike him jî di vê navberê de dax dike, yanî demaran jî dipije û bi vî awayî pêşî li xwînîbûnê digire.

bi saya cîhazên wisa, wextê emeliyatên mezin gelek kurttir bûye. (ber çend deh salan)



tiştek erzan e. her emeliyatê de yek an jî zêdetir tê bikaranîn û tê avêtin. hema bêje li hemû emeliyatxaneyan peyda dibe.

dezavantajê wê ew e ku dikare zerarê bide hinek raçînkên derdorê jî. rewşên wisa de li şûna wê bîpolar dikare were bikaranîn.



12.07.2014 00:43 | simurg56