Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [elektroensefalografî] de;

1. teknîka qeydkirina/tomarkirina sinyalên mejiyê mirov e. bi saya elektrodên ku li ser çermê serê mirov tên bicîkirin, hêz û cûreya sinyalên ku ji mejiyê mirov belav dibin, tên pîvandin. di tibê de ji bo teşhîsa hinek nexwweşiyên norolojîk, tê bikaranîn.

tu zerara vê tetkîkê tune.

di salên dawîn de ji bo bikaranîna makîneyan ya bi hêza fikirkirinê, tê bikaranîn. qet nebe plan ev e. yanî ger pêk were, mirov wê bikare tenê bi fikirînê daxwazên xwe li erbeyek, komputerek an jî robotek bide çêkirin.

vêga ji bo vê fikrê hinek sepandinên serkeftî jî hene. lê hê di destpêkê de ye. ji ber ku sinyalên ku ji mejiyê mirov tên, aniha encax dikarin werin pîvandin û cûrekirin. wateya sinyalan nikarin bi temamî werin deşîfrekirin. lê dîsa jî weke mînak bi google glassê, mirov dikare tenê bifikire û bi vî awayî fotografan bikişîne.



16.07.2014 00:26 | simurg56