Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tromboz] de;

1. di nava demarên xwînê de hişkbûna xwînê ye. tiştek gelekî talûke ye. ji ber vê yekê dibe ku organa ku bi vê demarê xwînê distand û dijiya, bimîne bê xwîn û oksîjen û loma bikeve krîzê/bimire.

4 bûyer qewimîna wê hêsantir dike;

1- hêdîbûna herka xwînê an jî xerabûna ahenga herka wê.

2- hîperkoagulabîlîte(zêdebûna taybetiya xwîna ya hişkbûnê. weke mînak trombofîlîdike ku xwîn zûtir hiş bibe. an jî mutasyona protein c'yê...)

3- zerar dîtina endotela demaran (rûyê hundirîn ya demaran)



ger trombûsek ku di nava demarek de peyda bûye, ji cihê xwe veqete û li ber herka xwînê cihê xwe biguherîne û biçe li demarek din asê bimîne û wê yekcar bixetimîne, dibe sedema bêxwîn mayîna wê organê û dibe sedema mirina wê. ji vê bûyerê te jî tromboembolî tê gotin.



23.07.2014 00:11 | simurg56