1. organîzasyoneke di bi banê festîvala fîlman ya cannesê de ye ku armanca wê alîkarîkirina derhênerên nû û bêderfet e.
ji sê beşan pêk tê;
1- The Selection
ji hemû aliyên dinyayê bji hezarekê zêdetir fîlmên kurt tên qebûlkirin û ji nav van wan bi qasê 15-20 heb tên bijartin û pêşkêşî juriya festîvala cannesê tên kirin û ku dikare pêşî li diyarîstandina fîlman bibe.
2- the residence
di vê beşê de, her sal 12 derhênerên biyanî tên bijartin û tên vexwandin li parîsê. li parîsê 4.5 mehan dibin mêvanê organîzasyonê û derfet dibînin ku li vir ji bo projeyên xwe piştgiriya profesyonel bistînin.
3- the atelier
di vê beşê de jî, her sal nêzikî 20 derhêner tên bijartin û ev derhêner bi fîlm-çêkerên mezin û profesyonel re tên dayîn naskirin ku ji bo projeyên xwe piştgirî, alîkarî û sponsor bibînin.
di festîvala 2014an de derhênerê kurd hüseyin karabey, bi projeya xwe ya "sesime gel" (come to my voice / were li dengê min) xelata the atelier standiye.
|