Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [türk dil kurumu] de;

6. saziya ku zimanê tirkan vejandiye. gelek tiştên eletewş jî kiriye lê bi saya xebatên wan û xebatên wezareta perwerdehiyê û kedên ataturk, çanda tirkan ya li ber wendabûnê hatiye vejandin. ya rast ji nû ve çand û zimanek hatiye afirandin.

erê rast e piranî malê dizehê ye lê xem nake, ya girîng ew ku bi milyonan mirov lê xwedî derkevin û di jiyana xwe ya rojane de bêyî ku pêdiviya zimanek din bibihîsin, wê bi kar bînin.



13.01.2015 16:12 | simurg56

1. saziyeke tirkiyê ye ku di dema avabûna komara tirkiyê de bi fermana ataturk, ji bo bi pêş xistina (ya rastî afirandina) zimanê tirkî hatiye sazkirin.



bi rastî jî bi kedek mezin zimanê kurdî vejandine.



lê ev sazî, zêdetir bi peyvên xwe yên komîk navdar e ku qaşo ji bo ku bibin alternatîfa tirkî ya peyvên biyanî, peyda kirine.



vê dawiyê dîsa komek peyvên çêkirî weşandine;



ji bo prezervatîfê: kaput

ji bo premature; yarimca

ji bo mazoşîst: özezer

ji bo fîstul: akarca

ji bo flebotomî: hacamat

ji bo makyoz: Düzgüncü-Yüzyapan

ji bo epîlepsî: tutarik

ji bo astim: yelpik û hwd.



piraniya wan tiştên tewşo mewşo ne û mîan henekê ne. ji bo vê xebata xw 7 sal xebitîne *

lê ya herî bêmantiq ev e: di tibê de ji bo zarokên ku ji wextê xwe zûtir hatine dinyayê an jî ji ber hinek sedemên din mezinbûn û gihiştina wan kêm mane premature tê gotin. lê van bêbavan ji bo vê peyvê alternatîfa yarımca dîtine, yanî bi kurdî nîvçoyî. ma mirov navek wisa li nexweşan, li zarokan datîne?

nîvçoyî hûn in û prematurî jî têkeve qûna we.



03.08.2014 22:06 | simurg56