441. rojanekirin: êdî li kêleka çepê ya tirşikê, lîsteya mijarên 48 saetan tê lîstekirin. ne yê 24 saetan. belkî demkî belkî mayînde be. |
|
18.02.2022 23:31 ~2022.02.19 00:03 |
simurg56
|
401. ferhenga ku duh ji bo demekî kurt girtî ma, ji ber ku êrîş lê hatibû kirin û wek tedbîr jî, server'ê malperê girtîbû. bi qasê me dîtî, tu zerar negihaye tu tiştî. |
|
26.07.2020 11:06 |
simurg56
|
389. di nav civata kurdan de yek ji cihên herî azad e. |
|
23.04.2020 16:55 ~17:02 |
simurg56
|
368. @masîyekjinavbehrawanê, |
|
29.03.2020 11:28 |
simurg56
|
352. @ biruya hayao miyazaki çareser bû. |
|
10.12.2019 20:22 |
simurg56
|
349. pêşîn; soundtrackên bijarte/38601 |
|
09.12.2019 18:59 |
simurg56
|
345. @ceso |
|
05.12.2019 07:22 |
simurg56
|
330. dema ji min dûr be, kêmasîya wê di kurdîya xwe de hîs dikim. |
|
27.07.2019 19:47 |
simurg56
|
306. "belkî berê hatibe gotin, lê nikarim di 16 rûpelan de bigerim. * navbera risteyan* pir nêzîkî hev in ew qas ku di peyamên dirêj de, bi taybetî yên ku paragrafan nahewînin, çavên min nikarin risteyên xwe bişopîne, hemû herf û peyv tevlî hev dibin. min li ekşîyê jî neriya, lê ya wê firehtir e. gelo tirşikvanên din jî vê tiştê dijîn?" |
|
11.01.2018 17:15 ~17:15 |
simurg56
|
299. ji bo endambûnê, li bersiva "kurdistan" digere. |
|
20.12.2017 22:26 |
simurg56
|
277. malpera ku ji ber sedemên teknîkî, ev çend roj bûn naxebitiya. |
|
20.11.2016 05:29 ~05:32 |
simurg56
|
265. agahî: êdî mêvanên tirşikê jî dikarin naveroka tirşikê bibînin. lê tenê mijarên ku ne sîyasî ne. |
|
07.08.2016 20:13 ~2016.08.08 23:16 |
simurg56
|
263. agahî: bişkojka j'xwe re têkeve hat çêkirin. |
|
06.08.2016 08:56 |
simurg56
|
261. êdî bawer dikim ku ji bo bikaranînê malperek gelek tevlîhev e. |
|
29.07.2016 20:26 |
simurg56
|
259. bi rewşa xwe ya heyî, yanî girtîbûna wê ya ji bo mêvanan û endamên nû zerarê dide malperê bixwe jî. ji ber ku êdî motorên lêgerînê yên weke google, yahoo fîlan, êdî tirşikê tune dihesibînin ji ber ku nikarin naveroka wê bixwînin. |
|
27.07.2016 21:49 |
simurg56
|
256. agahî: ji bo ewlehî û kêmasiyan çend guherîn di tirşikê de hatin kirin. loma êdî herkes divê di têketinê de navê xwe tam binivîse. yanî şûna 'e', 'ê' nayê qebûlkirin û hûrbûn an jî girbûna tîpan jî girîng e. loma gelek kesan nekarîne têketinê bikin. lê niha problem tune ez bawer im. |
|
25.07.2016 16:44 |
simurg56
|
246. ji bo ku tiştên nebixêr neyên serê nivîskarên tirşikê, êdî wê tenê ji aliyê nivîskarên tomarkirî û herî kêm 20 peyam nivîsandî ve were dîtin. |
|
21.07.2016 00:58 |
simurg56
|
233. agahî: meseleya ku di peyama tirsik.net/87883ê de hatiye behskirin, hat çareserkirin. |
|
14.04.2016 21:43 |
simurg56
|
219. ji azmûnên mezin yên kurdan e. gelo wê kurd bikarin xwe bixwe malpereke înternetê bi rê ve bibin? |
|
11.01.2016 00:07 ~00:13 |
simurg56
|
209. agahî: xeletiya ku li jor tê behskirin heye ku ji ber xebatên li ser tirşikê bin. ev nêzikî heftiyeke li ser werger û zimanê tirşikê xebatên kûr tên kirin. |
|
06.12.2015 22:35 |
simurg56
|
205. xwediyê sîstemek resen û bi kurdî ye. |
|
14.11.2015 17:35 |
simurg56
|
202. agahî: mirov dikare çeppik û dengdanên xwe yên din jê bibe. tenê herin panela xwe û ji wir jê bibin * |
|
10.11.2015 22:00 ~22:01 |
simurg56
|
195. ger tiştek neyê serê me, wê tu carî neyê girtin |
|
04.11.2015 21:57 |
simurg56
|
181. ji aliyê gelekan ve hatiye terikandin. lê di vê pêvajoyê de bê deng û pêjn, kete sê saliya xwe. |
|
13.06.2015 14:09 |
simurg56
|
174. ji ber pirsgirêkek teknîkî, ji bo çend deqeyan weşan raswestiye. lê niha problem çareser bû. |
|
26.05.2015 22:02 |
simurg56
|
171. xwediyê gelek taybetiyan e ku di ferhengên tirkî de tune ne. weke mînak: |
|
19.05.2015 11:45 |
simurg56
|
162. wê sîstema xwe biguhere |
|
08.05.2015 21:34 |
simurg56
|
156. agahî: me kêmasiyan not kir. hevalên me li ser dixebitin |
|
27.04.2015 21:04 |
simurg56
|
134. ji bo pîvandin û şopandina îstatîstîkên malperê, me dest bi karanîna google analytics kiribû, heye ku ji ber wê hinek ji hêza xwe ketibe. lê me niha rakir, em ê bibînin ka ji ber wê ye an na. |
|
10.03.2015 21:00 |
simurg56
|
116. %100 bi kurdî ye * |
|
26.10.2014 23:28 |
simurg56
|
107. dema derbasî sîstema xwe ya nû bû, wê gelek xweştir be û wê demê wê bi temamî aîdê me be. |
|
10.10.2014 10:39 |
simurg56
|
105. van rojên ku rojev evqas tije ye, çima evqas bêdeng e nizanim. |
|
10.10.2014 00:05 |
simurg56
|
97. malpera ku girtina wê bi tu awayî ne rojevê de ye û tiştek wisa tu car na be jî. li vir nêzikî 50.000 peyamên tirşikvanan heye, em nikarin vî keda mezin bavêjin sergoyê. heye ku popûlerîte kêm bibe an jî zêde bibe. armaca tirşikê tiştên din in jî: (bnr: armancên tirsik.netê) |
|
08.08.2014 10:09 |
simurg56
|
88. îro cara yekemin e ku lı ser komputerên nexweşcaneyê ji vedibe. bi xwedê ev gelek baş bû * |
|
25.07.2014 00:51 |
simurg56
|
82. ji bo tirka sedema acizî û ji ber acizê kutana hev û din e. |
|
31.05.2014 22:19 |
simurg56
|
72. malpera ku hêdî armancên xwe tîne cih. (bnr: armancên tirsik.netê) |
|
20.04.2014 00:33 |
simurg56
|
58. bêreklam e. belkî pê$erojê de reklam bistîne lê aniha bêreklam e. kesên ku rastî reklamên popup yên li jor hatiye behskirin, hatine, divê komputera xwe ji bo vîrûsan kontrol bikin. |
|
25.02.2014 16:07 |
simurg56
|
48. nifşên tirşikê derxistiye holê. |
|
08.02.2014 14:21 |
simurg56
|
41. malpera ku vegeriya weşanê. |
|
01.01.2014 00:27 |
simurg56
|
36. malpera ku van rojan peyamên li ser têkiliyên zayendî* ecêb zêde bûne. |
|
19.12.2013 19:57 |
simurg56
|
32. ya ku nîşanî min daye ku gelek peyv û bêjeyên ku min digot qey tenê li mala me, ew jî nebe tenê li gundê me tê bikaranîn; ji aliyê gelek kesên din ve tê bikaranîn. |
|
07.12.2013 18:34 |
simurg56
|
30. van rojan yek li jêr yek li jor e. |
|
27.11.2013 21:25 |
simurg56
|
26. ferhenga ku hinek tirşikvanan ji roja ewil êxistiye nav fikaran. |
|
03.11.2013 17:07 |
simurg56
|
21. pêşniyara butonên zazakî di cî de ye, lê ka em binirên ka guncan e. |
|
05.09.2013 08:10 |
simurg56
|
17. taybetiya wê ya herî mezin ew e ku ji her fikrî re vekirî ye. |
|
31.08.2013 23:31 |
simurg56
|
15. malpera ku nivîskarê me @azadixwaz peyameke xwe de gotibû, piraniya nivîskarên wê ne nivîskar lê eslê xwe de nivîsbar in. ji ber ku nivîs ji wan re bar e * nivîskarên nanivîsin/1377 |
|
31.08.2013 13:27 |
simurg56
|
10. ferhengek înteraktîf e ku heta niha 222 nivîskaran xwe tê de qeyd kirine lê tenê bi qasê 10-15 ji wan dinivîsin û ew jî bi qasê ji wan tê li ser her tiştî dinivîsin. lê mixabin bi parvekirina 10-15 kesan tirşik zêde zêde tevlîhev nabe û loma tâhm-sar dibe. |
|
24.07.2013 06:26 |
simurg56
|
2. navê vê malperê ya duwateyî. malper ji ber ku ne li ser mijarekê ye û ji hemû mijaran re vekiriye, mîna tirşikekê ye. ya duyemîn jî, weke herkes dizane emînaka vê malperê ekşi sözlük e. mebesta "ekşi"bûna ekşi sözlükê jî ew e ku tê de ne her tim tiştên şêrîn tên nivîsandin, lê belê tê de tiştên tehl û tirş jî hene. dema mirov ferhengeke mîna ekşi sözlük'ê dibîne bi tirkî jê re dibêje "ekşi sözlük gibi", "ekşimvarî" an jî "ekşimsi" gelo me kurdî bigota me wê negota "mîna tirşê" "tirşokî, tirşonekî, tirşkole" an jî bi gotina me ya duwateyê "tirş-ik" |
|
05.06.2013 12:23 |
simurg56
|
1. navê malpera yekemîn ya kurdî ya him di formata ferhengê de ye him jî herkes dikare tê de parvekirinê bike. tirsik.net |
|
29.05.2013 16:33 |
simurg56
|