Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ömer faruk baran] de;

28. rojnamevanê ku di hevpeyvîna xwe ya li gel înano lo re de hinek rexneyên sivik li rêxistinê kiriye. rast gotiye heta ji bi ku nekeve niqaşan, kêm jî gotiye. di hevpeyvînê de li ser mijarek taybet nehatiye sekinîn, loma tê de zêde agahî an jî fikrên nû tune.

divê vê jî bêjim, ji axaftinên kurdî yên ku dawiya wan bi peyvek tirkî diqede, hez nakim û di vê hevpeyvînê de gelek heye ji van peyvan.

hevokên wisa; "... canisi" qet ne sempatîk e, haya we jê hebe. (bnr: tirkmancî)



17.04.2016 19:29 | simurg56

24. duh bi riya whatsappê (û belkî gelek riyên din jî) ragihandiye ku êdî ji bo sputnik kurdistanê dixebite.

di peyama xwe ya whatsappê de wisa gotiye;



"Merheba Hevalên Delal! Ji ''ên''a delal diyar e ku ev mesaj ''toplu'' ye, xwezila wext hebûya min nav tek tek binivîsandana lê bawer bikin tine. Neyse, min dikira çi bigota? Ez êdî nûçegîhanê ajansa fermî ya Rûsyayê me, di Sputnikê de dişixulim. Min jî meraq dikir û digot her tişt temam lê va maneya Sputnikê çi ye, Googleê du tişt derxistin pêş min û got: Du maneyên Sputnikê hene, yek jê ''yoldaş'' e yek jî jê ''uydu'' ye. De, em yoldaş û qardaş û xwişk û dê û bav û bira berê xwe tev bidin uyduyê? Dibêm çi! Bila di bîra we de be, ez dixwazim bêhtir nûçeyên çand û hûnerî çêbikim û dixwazim bêhtir bi ciwanan re rabim rûnim. Mezinan hinek tiştên kevn î xerab ezber kirine û her û her dubare dehbare dikin.

Li dor we, jêr we jor we, çi tiştên çandî û hunerî qewimîn, berê, paşê ferq nake hûn dikarin xeberê bi min din. Yan jî tiştek heye hûn dixwazin herkes pê bihese, binivsînin em bibin dengê we yê duyem ê ku li dû Twitter û Facebooka we tê. Instagramê de çima herkes xweşik e, çima ewqas çeleng hene û hîn jî sevgiliya min tine min jî fehm nekiriye. Neyse, dibên bila nûçegîhan hinekî ciddî bin, ciddîyet di erdê keve, ne wisa? Yanî di vê dewrê de kê aqil neleqandiye? Bileqînin bileqînin, û binivsînin binivsînin..

Hûn her daîm dikarin ji vir ji min re binivsînin, na eger fermîyet resmîyet filan jî kete dewrê li ser mailê xwe bi min gêhînin ji kerema Whatsappê, omerfarukbaran@hotmail. Silav û hez û hembêz. Ev dem û hemû demên we xweş.. Ne mimkun e, lê çiqas bibe ewqas baş, de dem baş!"



21.10.2015 16:36 | simurg56

14. kesekî xwîn şêrîn û germ e. di hevpeyvînê de pirsên ku nedihatin bîra min, pirsîya.

destên wî sax bin.



25.03.2015 20:28 | simurg56