Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [weşanxaneya hîva] de;

5. weşangeha ku gelek berheman derxistiye ji bo zarokan. min reklama pirtûkên wan li ser zarok tvyê dît. desteyek pirtûkên zarokan bi bûhayê 59 tlyan difroşin. min zûzûka sîparîşe da. gotin wê di nava 45 rojan bigihe ber destê we lê di nava 5 rojan de hat.

3 pirtûkên çîrokan ew qas mezin in ku hema bêje bi qasê keça min bixwe ne û gelek biqalîte ne. çîrok him bi kurmancî, him bi zazakî û him jî bi soranî hatine vegotin.

wêne/xêzên tê de gelek xweşik in.

pirtûkên din jî ji bo hînkirinê/boyaxkirinê fîlan in. ew jî xweşik cuya dikin. kêfa min jê re hat.

niha min lê nêrî, gelek pirtûkên din yên ji bo zarokan ya vê weşangehê jî hene li vir: Here lînkê

ez ê van rojan sîparîşa wan jî bidim. ew jî ne bûha ne.



17.05.2016 18:27 | simurg56