Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [emeliyata sham] de;

2. (bnr: sham feeding)



17.10.2015 10:32 | simurg56

1. emeliyatek sexte ye. di van emeliyatan de nexweş (gelek caran heywanên ji bo ceribandinê) bi anesteziyê tên razandin lê emeliyat nayê sepadin. lê nexweş bi qasê kesek ku bi rastî emeliyat dibe, tê razandin û paşê tê şiyarkirin.

ev çalakî, di lêkolînên zanistî de tê bikaranîn. di lêkolînên di derbarê emeliyatan de, grubek nexweş wisa tên bikaranîn. lê grubên din bi rastî jî tên emeliyatkirin û ew tişta nû li ser wan tê ceribadnin, bi vî awayî mirov dizane ka ev tişta nû bi rastî jî bandorker e/bifeyde ye an na...

bi saya vê teknîkê her du grup jî anesteziyê û dermanên anesteziyê distînin, loma mirov dizane ku bandora vê tişta nû, ne ji ber anesteziyê ye. ger ne wisa bûya, me wê nezaniya ka bi rastî jî ev reşa nû ya baştir an jî xerabtir, ji ber vê tişta nû çêbûye an na...



bi kurtî, weke ku di gelek lêkolînên din yên zanistî de jî wisa ye, emeliyata sham, gruba kontrolê ye, placebo ye.



13.10.2014 20:00 | simurg56