Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kolanjît] de;

1. edabgirtina riyên zeravê ye. ji ber sedemên weke kuç/kekvir, tumor/kanser, mudaxaleyên weke ercp, ptk û hwd. pêk tê.



tedawiya wê de cihê cerrahiyê tune. pêşîn pêwist e edab were kontlrolkirin. ji bo vê yekê xwarin/vexwarina nexweş tê rawestandin û antîbîyoterapî tê destpêkirin. antîbiyoterapiyê de antîbotîkên ku weke sulperazonê derbasî riyên zeravê dibin, çêtir e.



gelek caran di tabloya kolanjîtê de hîperbîlurîbînemî jî heye. ger rewşek wisa hebe, bi çalakiyek weke ercp an jî ptkyê daxistina bîlurîbînê (ya rasttir vekirina riyên xetimî) wê pêvajoya tedawiyê serkeftîtir bike.



nexweşiyek xeternak e. ger ji ber kevirên kîsika zeravê be, pêwist e piştî ku talûke ji holê rabû, kolesîstektomî were kirin. kolesîstektomî, divê herî kêm piştî 6 heftiyan were kirin ku heta wê demê raçîkên derdorê vegerin rewşa xwe ya normal û bi vî awayî rîskên emeliyatê herî kêm bibe.



31.10.2014 20:56 | simurg56