Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tu] de;

12. yekemîn romana mehmet uzun e. min berê destpê kiribû lê neqedandibû. berî çend rojan min ji nû ve destpê kir û xelas kir. roman di sala 1985an de hatiye nivîsandin. ji ber ku yek ji romanên ewlîn yên kurdî ye û yekemîn romana nivîskar e, ez pirtûkê wek serkeftî dinirxînim. di dawîya çapa di destê min de, axaftina mehmet uzun heye ku di merasîma xelatstandina xwe ya li sêwêdê, kiriye. di vê axaftina xwe de dibêje ku piştî nivîsandina 50 rûpelên ewil, wî fêhm kiriye ku kurdîya wî têra xebatî wisa nake. navber dide nivîsê, demek dirêj li ser kurdî dixebite û paşê li nivîsînê vedigere. loma di rastnivîsê de hê jî hin xeletî mane. her wiha hinek peyv hene ku ne min dizanî ne jî di ferhengan de peyda dibûn.

pirtûk di şexsê xortekî welatparêz de, kurteya jiyana kurdên girtî yên sîyasî yên li zîndanên tirkiyê, radixe ber çavan. di piranîya romanê de, çîrok ji aliyê dengek derveyî romanê tê vegotin. nivîskar ji vê formê re fibêje "forma tu": te wisa kir... wisa bi te kirin...
di ber xwendinê re, ez fikirîm ku sedema bijartina vê formê ew e ku nivîskar xwestiye me rasterast bixe şûna lehengê romanê.

ger em werin mijarê: mixabin tije tiştên neyînê yên wek zilm û îşkenceyê. uzun bixwe jî gotiye da ku naverokê dewlemend bike meseleya kêzikê xistiye nav senaryoyê. baş jî kiriye lê ya rastî ne bes bûye.
ez her li bendê mam ku car caran rastî paragrafan werim ku tê de pirsên axretî werin kirin, wateya jîyanê û van bûyeran werin lêpirsînkirin, di derbarê jîyan û her tiştî de aforîzma werin afirandin. bi pirs an jî tespîtekî, aqlê xwîner asê bike, neçar bihêle ku xwîner çavên xwe ji rûpelan bide alî bikeve nav fikaran fîlan. ne xelet bim, tenê di cihekî de rastî hestek wisa hatim.

welhasil, pirtûkek hêjayî xwendinê ye.



01.06.2022 22:44 | simurg56

5. her wiha tê wateya "ne yek jî" û dijbera wateya "hemû" ye.



- kî û kî bi te re hatin? (oha, peyv hemû bûn du herf*)

- tu kes nehat, ez bi tenê çûm.



19.09.2013 21:19 | simurg56