Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [splenektomî] de;

1. operasyona derxistina pişikê ye ((bnr: fatreşk)).

bi du awayan dikare were kirin: emeliyata vekirî û ya girtî ((bnr: laparaskopîk)). ger laparaskoîk were kirin, wê demê di derxistina pişikê de, divê pişik were parçe parçekirin ku bikare ji qulên biçûk yên trokaran derkeve der.



gelek sedem hene ku dibin sedema pêdiviya vê emeliyatê. weke mînak;



- laserasyona pişikê (travma)

- gelek nexweşiyên hematolojîk (hemolîtîk anemî, heredîter sferosîtoz, losemî û lenfoma, itp (îdiyopatîk trombostopenîk purpura), ttp, (trombotîk trombosîtîk purpura) û hwd.)

- kîstên pişikê (kîst hîdatîk û hwd.)

- apseyên pişikê

- tumorên pişikê (hemanjiyom, hemartom, lenfoma, tumorên metastatîk...)

- nexweşiyên demarên wê (tromboza splenîk venê, anevrîzmaya splenîk arterê)



piştî vê emeliyatê laşê mirov ji bo enfeksiyonên bakteriyên bikapsûl, hinekî bêparastin dimîne. loma heye ku ji ber enfeksiyona van bakteriyan bikeve sepsîsê û bimire. ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, berî emeliyatê an jî piştî emeliyatê di demek kurt de divê nexweş derziya ji bo parastina van bakteriyan (pnomokok, hemofilus influenza tip b, menîngokok)



07.11.2014 23:00 | simurg56