Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aboriya kurdistanê] de;

5. ger mebest ekonomiya kurdistanê be, li ser karkerî, xwedîkirina heywanan, cotkarî, qaçaxî û hwd. e.

lê ger mebest sermayeya kurdistanê be, mixabin hema bêje tune. em behsa hebûna 40 milyon mirovan dikin lê di holê de tu hêzeke ekonomîk tune. di warê ekonomiyê de hêza me ne bi qasê %1ê hêza me ya leşkerî ye.



lê belê ev rewş ne girêdayî bêdewletbûnê ye jî. cemaata gulen berî ku bibe xwedîdewlet jî hêzeke mezin ya aborî afirand ku niha teyyîp nikare têk bibe. hema bêje li her dewletî, karsazên mezin yên cihû hene. gelek tirk hene li ewropa û amerîkayê ku xwediyê fabrîkayên mezin in.



mixabin beşek ji kurdan ji ber fikrên sosyalîst û nizanim çi û beşek jî ji ber bêxîretî bêaqiliya xwe, giringiyê nadin vê mijarê. lê divê bê zanîn, hêza ekonomîk û hêza medyayê jî bi qasê hêza leşkerî girîng e û heta belkî girîngtir be jî.

ne bi keda xwe lê bi saya petrolê be jî, niha li başûr hêzek heye di destê kurdistanê de: me dît ku ev yek bû sedema ku di serî de amerîka û dewletên din yên dinyayê çawa xwe gihandin hawara barzanî. ger ne wisa bûye, wer xuya dikir ku wê 200 hezar pêşmergeyan nekariya kurdistanê biparêzin. welhasil ya ku kurdistana başûr xelas kir, hêza ekonomîk û têkiliyên baş yên ji ber vê hêzê, bû.



11.11.2014 15:21 | simurg56