Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mala minê] de;

33. di beşên xwe yên dawîn de hinek be jî baştir bûbû. rijên şemîyê, piştî taştê ji me re bûbû edet ku çayê vexwin û li beşa nû temaşe bikin. lê vaye dîyar kirine ku wê bi dawî bibe. heyf!
gelek ked tê de hebû. ji bo lîstikvanan, televîyonan û hwd. wê bibûya tecrûbeyek baş. xwedê bike ji bo yên baştir bibe destpêk.



25.01.2020 11:56 | simurg56

32. xwedî mûzîkek gelek xweş ya jenerîkê ye. ji aliyê harûn elkî ve hatiye çêkirin lê gotin jî aîdê wî ne an na, nizanim.

"vaye jîyan destpê dike
bi hemû xeml û rengê xwe
carina ji me re bang dike
hembêz dike bi comerdîya xwe
carina tuşî xeman dike
heta bikemile xavîya me

em dikenin (lê belê)
em diqetin (lê belê)
car dikevin (lê belê)
car dibezin (lê belê)

tim bi evîn
eşq û hez in
zar û mezin
tim bilez in

jîn mazûvan em mêvan in
em tebetî keda xwe ne
evîn ked e û livan e
him evîn heye em hene

em dikenin
em diqetin
car dikevin
car dibezin

tim bi evîn
eşq û hez in
zar û mezin
tim bilez in

jîn mazûvan em mêvan in
em tebetî keda xwe ne
evîn ked e û livan e
him evîn heye em hene"

di 2 beşên dawîn de piçekî senaryo xwe livandiye û sahneyên xweş dihewandin. (mixabin di beşa 11emîn de dîsa xeletîya montajê hebû)



12.01.2020 12:34 ~12:35 | simurg56

29. bi beşa xwe ya 9emîn, bi gavek biçûk be jî ji dubarekirina xwe dûr ketîye lê hê jî problema senaryoyê didome. li gorî îstîxbarata tirşikê wê heta beşa 13an jî bidome.
di vê beşê de jî çewtîyeka montajê hebû, sahneyek 2.5 caran dubare kir li ser hev.



29.12.2019 12:25 | simurg56

25. rêzefîlma ku êdî heçko tenê ji bo kişandinê tê kişandin. ev 2-3 beş in senaryo bi temamî eynî ye.

- jenerîk.
- dîmenên stenbola rengîn
- dijwar ji derekê taktîkek distîne ji bo ku asyayê bixapîne lê li temamê taktîkê guhdar nake û loma bi ser nakeve. çayê dixwazin, asya qûna xwe dizivire û diçe.
- dîmenên stenbola rengîn
- jinika jina xwedîyê mal diçe mala keçikan: tu şêrîn î, ruken tirş e. asya li ber eynikê ye. asya-> selfîe kişand.
- xwedîyê mal: bqrbanîtebm, bqrbanîtebm, bqrbanîtebm. pere, pere, pere. paşê jina wî tê dibêje were hundir ji te re çay çêkim
- dîmenên stenbola rengîn
- stî xanim: şekspîr, romeo û julîet, mem û zîn. eynik meynik. nabe nabe nabe. destê xwe dibe enîya xwe.
- dîmenên stenbola rengîn
- por-qijo stran dibêje
- xelas.
- cast diherike.

ji aliyê derfetn teknîkî ve kêmasî tune. lîstikvan jî ne xerab in. wê teqez baştir jî bibin. tekane kêmasî senaryo ye.
berî rêzefîlmê ji min bihata pirsîn, min ê bigota ya zehmet teknîk û lîstikvanî ye. lê xuya ye berevajî ye.

min hêvî jê nebiriye lê êdî herkes vê rewşê jî dibîne. weke li jor hatî, ku sahneyên dubare, stran, jenerîk û cast jê were derxistin tenê 20 deqe dimîne. lazim e xebatek ku hatîye vê astê, bikare bi hêsanî vê yekê jî çareser bike.



15.12.2019 13:57 ~13:57 | simurg56

13. bi beşa xwe ya çaremîn nîşan da ku wê proje her ku biçe baştir be. beşa çaremîn ji gelek alîyan ve karîbû hevsengîyek dane. beş hinekî kurt in lê herî kêm 4-5 caran bi dengê bilind kenîyam. ji xwe ji ber wê xanima min got ew li çi dikenî ka were em bi hev re temaşekin.

bi taybetî li sahneyên çeto û axaftina dijwar dikenim.
sahneya gotina zûgotinan gelekî xweş bû. mixabin li cem me jî zûgotinoka navdar ewa ya hirçan e.
Here lînkê


ê metkê, ku serê biçûçik be û çavên we evqas bin, nexwe rûyê hemû çav e



22.11.2019 23:47 ~23:47 | simurg56

10. Bi beşa xwe ya duyemîn potansiyela lîstikvanên jin jî Derketiye holê. Sahneya girîna jinan xweş bû. Temam dijwar komîk e lê divê Çeto jî bêtir derkeve pêş.
Hinekî kurt e ji ber ku tê de reklam tune. Lê ne hewce ye dirêjtir be. Şûna ku xwe biwestînin û paşê topê bavêjin, bila wisa kurt û domdar be.

Beşa yekem heta niha bi qasê 75 hezar caran hatiye temaşekirin. Wê zêdetir jî bibe bêguman. Hejmarek baş e ji bo vê gavê.



12.11.2019 22:47 ~22:49 | simurg56

6. rêzefîlmek nû ya bi kurdî ye. sîtcom e. yanî ji bo kenandinê ye û bi efektên wek hahaha hatiye xemilandin. ava entertainmentê daye çêkirin. ez bawer im ava tv qenalek ya satalaytê ye û li başû weşanê dike. tam pê nizanim.

lîstikvanên rêzefîlmê nas in: hamdi kahramanê ku lîstikvanê çok güzel hareketler bunlarê bû, selîm akgulê ku bi lo dublajê navdar bû, rehîm qoserîyê ku di rêzefîlma cîran cîranê de dilîst, deno ozerê 72deno û hwd.

kadroya fîlmê gelekî baş e. bi taybetî yên li jor. xuya ye ji alîyê teknîkî ve jî pişta wan saxlem e. senaryo jî wê têrê bike înşelleh.
bi ya min, di nav rêzefîlmên kurdî de, ya herî baş e. min gelekî eciband. bi taybetî di sahneyên deno û selîm de, mirov jixweber dibişire.

ji bo yek ji tiştên xweş û balkêş jî ew bû ku di dîalogan de gelek biwêjên resen bi kar tînin. bê yekê ji bo min tama fîlmê gelekî zêdetir kir. beşa ewil di youtubê de hatiye weşandin.
(bnr: ay dilê min êşîya)





07.11.2019 21:59 ~22:00 | simurg56

2. ya ku weke mala minê erzîncan jî tê gotin û dema wisa were gotin hişê min jê diçe. nizanim çima wisa dibêjin.



20.11.2014 23:35 | simurg56