Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bombeyên varîlan] de;

2.





25.11.2014 21:17 | simurg56

1. (bnr: barrel bomb)

cûreyeke çekên bidestçêkirî ye. ji aliyê dewletên paşvemayî ve tê çêkirin û bikaranîn. varîl bi teqemeniyên bihêz, tên tijekirin û ji jor bi alikariya helîkopterek, tê avêtin. ji ber ku bêyî beralîkirinê dikeve, ji ber bayê dikare bikeve cihên gelek dûr jî. ji ber vê yekê gelek caran dikare bibe mirina gelek sîvîlan. ji ber vê yekê li gorî qaîdeyên navnetewî, di şeran de bikaranîna wê qedexe ye û weke çekê terorîzmên tê binavkirin. lê di van salan de ji aliyê esad ve gelek hat bikaranîn.

piranî, parçeyên şarepnelan, petrol û madeyên kimyewî (amonyum nîtrat) têxin nava van varîlan de.



bikaranîna wê ya ewil, li bakurê sudanê, di salên 1990î de çêbûye. weke din van salan jî di şerê navxweyî yê sûrî de hê jî tê bikaranîn. weke din di sala 2014an de hatiye raporkirin ku artêşa iraqê jî van çekan li felluceyê bi kar aniye.



bûhayê çêkirina wan erzan e. maliyeta her yek ji wan bi qasê 200-300 dolar e. heta bi balafirokên ne-şerî jî dikarin werin avêtin.



25.11.2014 21:15 | simurg56