1. dermana ku enzîmên pankreasê yên weke amîlaz, lîpaz, proteaz dihewîne.
di rewşên weke kêmasiya fonksiyonên pankreasê û zêdebûna gaza li zikê mirov ya ji ber nexweşiyên kisika zeravê, kezeba reş, ûr û roviyan, de tê bikaranîn.
li gorî pêdiviyê, tam berî xwarinê 1-2 heb ji wan tê cûyîn. bi vî awayî xwarin bi hêsanîtir tê parçekirin û giliyên nexweşan kêm dibe.
di hinek fîlmên ku ji bo naskirina nexweşiyan de jî dîsa di zikê mirov de hebûna gazê dibe problem û pêşî li sûdjêwergirtina fîlman digire. ji bo pêşîlêgirtina rewşên wisa jî ev derman dikare were bikaranîn. 2 berî girtina fîlman mirov dest bi bikaranîna wê dike û sibeha fîlmê jî dîsa bi zikê birçî 1-2 heban distîne. bi vî awayî fîlm bêyî astengiya gazê, tê kişandin.
madeya wê ya bondorker, piştî standina dermanê derbasî xwînê nabe û bi riya tuvaletê ji laşê mirov tê avêtin. loma hema bêje di her rewşî de dikare were bikaranîn û nabe problem.
|