Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qezaya trafîqê] de;

5. ji bo polîsên tirkan derfeta qezenkirina pereyan e.
berî 2 rojan kurê meta min wê bi zaro û zirçên xwe bihatana ba min. hê 20 km mayî ji mala me re, ji ber qeşayê erebe şemitîye û 2-3 teqleyan avêtiye. di erebeyê de 3 mezin û 3 zarok hebûn lê şikir yek ji wan jî birîndar nebûbûn.
neyse ez çûm cihê qezayê, min mêze kir erebe li qerexa rê, li ser tenişta xwe tîk sekinîye. heta ez gihamê, jinikek ew sîwarî erebeya xwe kiribûn lê tam di wê navberê de erebeyek din şemitîbû û li vê erebeyê dabû. neyse, min ew jê peya kirin û li erebeya xwe sîwar kirin. hooop; vê carê 2 erebeyên din li hev ketin. welhasil em siwar bûn û hatin.

di wê navberê de polîsên trafîkê hatine, mêze kirine kes ne birîndar e û ji kurê meta min re gotine "nebe ku îşev vê erebeyê ji vir bibî, wê gelek bi talûke be, hema bila bimîne, sibe di ronahîyê de were bibe". wî jî gotiye erê.

em hatin nexweşxaneyê, kontrol montrol û paşê çûn mal. saet bû 11:30ê şevê. polîsên trafîkê bang kirin, gotin em ê erebeya we bikişînin. kurê xalê min gotê, me ji bo sibehê çekici (kişîner, ew trembêla ku erebeyên qezakirî, dikişîne û dibe) eyar kiriye fîlan. gotin temam.
nîv saet din dîsa telefonê kirin û gotin wele ew ê bikişînin, çimkî ew mecbûr in. û eger derî û tekerên erebeyê fîlan jî werin dizîn wê guneh ne di stûyê wan de be. kurê meta min dîsa red kir.
nîv saet din dîsa telefonê kirin û gotin vaye ew erebeyê dikişînin. hema min telefonê jê stand û axivî. min got we xêr e. gotin wan vînç û çekicî anîne û dikişînin. min got polîsê we piştî qezayê gotiye nekişînin, vê saetê hûn çima wisa dikin. got midûr xwestiye. min jî got nexwe ez ê werim û bi çekîcîya xwe erebeya xwe bibim. lê got na, divê tu werî vir bi çekîcîya li vir, bazarê bikî. dibêm çima, got çimkî ev 2 saet in li bendê ye.
hema min jî çavên xwe girtin û devê xwe vekir: min got willeh û billeh eger hûn dest bidin wê erebeyê û bêyî destûra min hûn wê bikişînin, ez ê we şîkayet bikim û vaye ez dengê we jî qeyd dikim. û min bi rastî jî dengê wan qeyd kir. çimkî erebe ne li ser rê bû, qene tekerek wê jî ne li ser asfaltê bû. ê nexwe çi derdê we bi erebeyê re heye? belkî min erebeya xwe wisa park kiribe... halla halla! dema min wisa kir, gotin temam temam werin erebeya xwe bibin.

saet 1:30ê şevê em çûn ser erebeyê. di nav wê berf û sermaya qerejdaxê de, çekîcîyê me yê welatparêz erebe kişand. çawa erebe hat ser rê, şemitî çû ser şerîda çepê. çekîcî jî li ser şerîda rastê bû. me dît erebeyek tê. me hingî bi lembeyan fîlan îşaret kir lê dîsa jî mêrik nesekinî û hat li çekîcî xist.
di wê navberê de polîs jî hatibûn û ji min re digotin yaw xoce, te çima wisa got. ma ne em ji bo xêra we wisa dikin û nizam çi qûzilqurt. min got he he. welhasil me erebeyê bir danî sanayîya amedê.

dawîya dawîn; qasê min jê fêhmkirî, ew polîs û çekîcî şîrik in. di demên wisa de, di nîvê şevê de mirovan dixin rewşek wisa de ku nekarin îtîraz bikin û erebeyên wan dikişînin. paşê ji wan re fatureke zêde derdixin û bi hev re dixwin.
lê min nehişt perê me bixwin. ew pere ji min ne tiştek girîng bû ku nîvê şevê herim nav berfê de lê ewqas ji wan polîsan û bênamûsîya wan aciz bûm û hat bîra min ku wê ew pere biçe zikê wan polîsên ku îhtîmalek mezin faşîst in, min tiştek wisa kir. saet bû 3ê şevê ku nû vegerîyam mala xwe.
ne poşman im.



20.01.2020 00:00 ~00:06 | simurg56

2. di nav sedemên mirinê de di lîsteyê de li jor e. hema bêje tevahiya wan ji ber xeletiyên mirovan e, gelek kêm caran ji ber xeletiyên erebeyan e.



05.12.2014 20:22 | simurg56