Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [beşa sînemayê ya tirşikê] de;

32. niha 400 fîlman dihewîne.
ji bo wan kesan ku nizanin wê çi temaşe bikin, êdî çavkaniyek têr û tije ye. ger nivîskarên me dema li fîlmekî temaşe bikin, wê fîlmê li tirşkikê jî zêde bikin, wê bibe arşîvek hê mezintir. tabî divê mirov pûan jî bide, û ku pêkan be şîrove jî bike.

lêzêdekirina fîlman gelekî hêsan e. navê wê binivîsin û pêl enterê bikin, jixwe tirşik hema bêje hemû tiştî otomatîk dike.



12.05.2018 11:57 ~12:00 | simurg56

31. agahî: problema standina agahiyan ji malpera imdb'ê hat çareserkirin. yanî hûn dîsa dikarin tenê navê fîlmê binivîsin û tirşik jixweber agahiyên fîlmê û afîşa wê ji imdb'yê bistîne.

sedema xeletiyê, rojanekirina malpera imdbyê bû. me jî sîstema xwe li gorî vê rojanekirinê, rojane kir.



24.01.2018 17:08 ~17:09 | simurg56

30. agahî: wek li jor jşî hatiye gotin, niha di lêzedekirina jixweber ya fîlman, naxebite. dîsa jî mirov dikare bi destî fîlman lê zêde bike.
îhtîmalek mezin, imdbyê di sîstema xwe de guherînek çêkir û loma wisa çêbû. di rojên pêş de ez ê lê binêrim û sîstema me li gorî rewşa nû, rojane bikim.



26.12.2017 23:14 | simurg56

28. niha 301 fîlman dihewîne. dema bû 1000 fîlm. em ê bikarin bêjin, me arşîvek xweş ya fîlman heye.



23.06.2017 17:17 | simurg56

22. beşa ku mixabin zêde balê nakişîne.

an tu tirşikvan li fîlman temaşe nakin an jî temaşe dikin lê şûna ku fîlmê li vê beşê zêde bikin û li vir nêrînên xwe parve bikin, diçin li deverên din dinivîsin.



23.10.2015 17:34 | simurg56

16. rojanekirin: êdî li aliyê çepê dema mirov li nivîsa "fîlmên wergerandî" bitikîne, lîsteya fîlmên ku li kurdî hatine wergerandin tê nîşandan.



08.12.2014 12:59 | simurg56

13. beşa ku weke versiyonên ewil yên tirşikê de, di nav nivîsan de sembola " ya bi yek xêzik, qebûl nake û dema ev karakter hebe çewtiyê dide.



07.12.2014 21:57 | simurg56

9. weke li jor jî hatiye gotin, ne hêsan e ku bibe imdb lê jixwe armanc sereke jî ne ew e.

em dikarin bibêjin ku weke gava yekemîn 2 armancên wê hene:



1- fîlmên kurdî û fîlmên ku li kurdî hatine wergerandin, li hev bicivîne

2- bi sîstema puanan, ji bo tirşikvanan pêşniyaran fîlman kirin. ku tirşikvan hev bişopînin ka kê li çi temaşe kiriye û çend puan daye.



07.12.2014 17:32 | simurg56

6. rojanekirin: êdî her tirşikvan dikare fîlman li vê beşê zêde bike. ne hewce ye moderator be.



07.12.2014 11:50 | simurg56

4. agahî: êdî îstatîstîka "nivîskar çend fîlman li sîstemê zêde kiriye" û "lîsteya van fîlman" jî nîşandan.



06.12.2014 12:55 | simurg56

3. êdî navê kesê ku wê fîlmê li vê beşê zêde kiriye jî tê nivîsandin. her wiha ji bo lêzêdekirina her fîlmekê, nivîskar 0.4 puana karmayê distîne.



06.12.2014 12:43 | simurg56

2. agahî:

dema mirov li "sal" bitikîne "fîlmên wê salê" tên lîstekirin

dema mirov li "derhêner" bitikîne "fîlmên derhêner" tên lîstekirin

dema mirov li "senarîst" bitikîne "fîlmên senarîst" tên lîstekirin

dema mirov li "cure" bitikîne "fîlmên wê cureyö" tên lîstekirin

dema mirov li "zıman" bitikîne "fîlmên wî zimanî" tên lîstekirin

dema mirov li "welat" bitikîne "fîlmên wî welatî" tên lîstekirin



05.12.2014 20:36 | simurg56

1. beşa ku bi versiyona 2.4.4ê ket weşanê;



rojanekirin: êdî her tirşikvan dikare fîlman li vê beşê zêde bike. ne hewce ye moderator be.



1- hemû fîlmên ku me weke malpera wergerine.comê wergerandine kurdî, li vir tên lîstekirin. weke din mirov dikare fîlmên wernegerandî jî lê zêde bike. yanî ev rûpel dibe danegeha fîlman. mirov dikare binnivîsên kurdî yên van fîlman ji rûpela fîlmê daxe.

2- ji bo fîlman agahiyên weke "derhêner, senarîst, sal, cûre, welat, ziman, dirêjahî, fragman, afîş, wergêrê li kurdî" tên lîstekirin.

3- bi tikandinekê, mirov dikare here mijara wê fîlmê ya di tirşikê de.

4- mirov dikare;

hemû fîlmên bi zimanekê

hemû fîlmên ku wergêrek, wergerandine kurdî

hemû fîlmên salekê

hemû fîlmên welatekê

hemû fîlmên senarîstekî

hemû fîlmên derhênerekî

hemû fîlmên bi cûreyekî we lîsteyek, bibîne.

5- tirşikvan dikarin puanê jî bidin fîlman. (û dikarin puana xwe biguherînin jî)

6- hemû fîlmên ku tirşikvanek puan dayiye wan, dikarin werin lîstekirin

7- bi forma fîlmşandinê, mirov fîlmên nû jî li danegehê zêde bike

8- bi tikandinekê, moderator dikarin ji bo fîlmekê binnivîsên kurdî bar bikin

9- îstastîstîkên derbarê fîlman jî tê weşandin. (ev îstatîstîk wê pêşerojê de hê dewlemendtir jî bibin)

10- mirov dikare bibîne ka ji bo fîlmekê, heta niha kîjan nivîskaran çiqas puan dane.



wê pêşketina wê bidome.



05.12.2014 20:33 | simurg56