Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji kurdbûnê îstîfakirin] de;

24. ne pêkan e. ji ber ku kurdbûn ne hilbijartinek e. mirov dikare hewl bide lê wê di giyana wî/wê de bandorên kurdbûnê her hebin.

vê meselê pêkenokek anî bîra min:



temel ji ber ku ji gelê xwe aciz bûye dev ji her tiştî berdaye û çûye amerîkayê. piştî dehan salan li wir bûye pîyanîstek jêhatî. ji bo ku kes wî nas neke, navê xwe jî guheriye. rojek piştî konserta wî ya bêqisur xelas dibe, yekî karadenîzî hatiye ba wî û gotiye tu ji ku dera karadenîzê yî?

temel hêrs bûye û gotiye karadenîza çi, ma te wê ji ku derxist?

mêrik gotiye "berî ku tu dest bi konserta xwe bikî, şûna ku tu xwe û sedeliya xwe ber bi piyanoyê ve bikişînî, te piyanoya nîv tonî, ber bi xwe ve kişand û min ji wê fêhm kir."



27.05.2015 22:06 | simurg56


8. ne pêkan e lê pêkan bûya jî min ji bo tirkbûnê qet îstîfa nedikir

belkî teklîfên baştir hebûya minê binirxanda..



30.12.2014 20:34 | simurg56