Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [chomp sms] de;

2. tam tişta ku min dixwest, dihewîne. çi ye ew;

te dît gelek smsên beredayî tên telefona mirov. dema hişyariya peyama nû dibînim, dibînim ku peyamek beredayî ye. lê dîsa jî neçar dimînim ku herin lîsteya smsan, bêhemdê xwe naveroka vê peyamê bibînim û wê peyama jê bibin. ger na, wê demê ev peyam her tim weke peyamek nexwendî xuya dike û ev jî min aciz dike.



di vê sepanê de di nav mîhengan de, di binê "hişyarî"yan de opsiyona "paceya bersiva lez" heye. ger mirov vê vebijêrkê çalak bike û paşê di mîhengên vê opsiyonê de bişkojka jêbirinê jî li vê "paceya bersiva lez" zêde bike êdî dema peyamek tê, paceyek biçûk li ser ekrana telefonê vedibe ku him mirov dikare peyamê bibîne, him jî dikare li "jê bibe" bitikîne û yekcar jê xelas jî bibe.



26.06.2016 10:04 | simurg56